Koçberiya bi zorê ji bo jinan mêtîngeriya kedê ye
09:43
Ceren Karlıdag/ JINHA
İZMİR - Jinên Kurd ên ku weke karkerên demsalê di zeviyan de dixebitin di bin mêtîngeriya du alî de ne. Jinên di bin şertên dermirovî de karkeriya demsalê dikin, rojê 10-12 saetan dixebitin dema vedigerin cihê xwe yê şevê jî li zarokan dinêrin, kincan dişon û xwarinê amade dikin, ew 24 saetan dixebitin.
Yek ji deverên dema şewata gundan û koçberiya bi milyonan Kurdan despêkirî û paşê ji bo debara xwe neçarî karkeriyê bûn û li welatên xerîb bi cîh bûn Herêma Egeyê ye. Yek jî taxên Îzmîrê yên ku Kurdê koçber lê bi cîh bûne Taxa 3 Eylûlê ye, berê jî roman li heman taxê bicîh bûyîbûn. Di taxê de hema her kes debara xwe bi karkeriya demsalê dikin. Hemû sedemên koçberiya wan zordariya dewletê ye, ruyek din ê wê jî sedemên aboriyê ne.
Ne dikarin bimînin ne jî dikarin vegerin
Wek gelek taxan li taxa 3 Eylulê jî hewayê xerîbî û biyanîbûnê deshilat e. Ji ber welatiyên taxê naxwazin karê komkirina zebzeyên ji nava zeviyan dihilberînin yên weke xiyar, bacan û kartolan dikin û ne jî dikarin vegerin. Jinên taxê di saet çarê sibê de dest bi şerê nanpehtinê dikin. Komên ji 15 kesan ber bi zeviyan de dikevin rê. Di saet yekan de navbera nîvro didinê. Di nava wan de yên di dema bêhindana nîvro de jî dixebitin hene. Jinên di nava kar de demek kin ji bo me veqetandin bersiva pirsên me dan û cardin vegeriyan karê xwe. Jinên ku di nava wan zeviyan de dixebitin xeyalê wan tenê cîhanek bê mêtîngeriya kedê û aştiyek mayînde ye.
'Ev 21 salin em li vê derê rezaletê dikêşin'
Yek ji jinên di nava zeviyê de dixebite Gul Gokalp e. Gûk ji ber sedemên aboriyê ji Amedê ber bi Egeyê ve hatiye, lê di rêya koçberiyê de jî derman ji bo derdê wê nehatiye dîtin. Gul çîroka koçberiya xwe wiha tîne ziman: "Ev 21 salin em li vê derê rezaletê dikêşin. Ji ber li wê kar nebû em hatin vê derê. Ez saet 4 an de radibim... Heya saet 1'an di nava heriyê de dixebitim. Li cihê ez li welatê xelkê bim, xwezî ez li ser axa xwe bûma. Lê dema ku em nehatana vê derê jî em ê birçî bimana. Em dixwazin ku aşitî çêbiba. Ez dixwazim vegerim kolan, tax û axa ku li ser hatime dinê û mezin bûme."
'Perê em digirin jî didin nexweşxaneyan'
Yuksel Marangoz jî 30 sal berê ji Mêrdînê tevlî karwanê koçberiyê bûye. Sedemên ku ew beşdarî vî karwanî kirî tindiya dewletê ye. Yuksel a ku zeviyên wê ji dest hat girtin û gundê wê bi erdê re bû yek jî wiha axivî: "Li wê me nedikarî bijîn, li vê derê jî hema em dixişkînin. Em tenê rojekê neyên di nava zeviyan de nexebitin em ê birçî bimînin. Em di nava toz û axê de dixebitîn, perê ku em digirin jî didin nexweşxanê. Ji ber em vê şînatiya bacanan ji rayê wan dihilkin pişta me diêşe, dest û lingê me nagire." Yuksel ya ku tenê xeyalê wê jî aştiye wiha got: "Ew hemû zarokên me ne, bila xwîn nerije. Bila aştî bê."
(zt/ch)