'Divê tekoşîna ked û azadiyê bi hev re bê meşandin'
09:46
JINHA
STENBOL - Seroka Şaxa Egitim-Sena Hijmara 8'an a Stenbolê Sevtap Akdag diyar kir ku divê li hember şer ked û azadî bibe yek û got: "Dema ku em van cudahiyan ji navê rakin, bi hev re tekoşîna aştiyê bidin dê hevgirtinek mezin a civakê çêbibe."
Di 13 salên deshilatiya AKP'ê de li gel qeyîdên ne fermî jî hene, hijmara qeyîdên fermî 15 hezar karkeran jiyana xwe jidest dane. Piştî foruma "Karker, kedkar aştiyê dixwazin!" pirsgirêkên karkeran li Tirkiyê carekdin ketin ber çavan. Seroka Şaxa Egitim-Sena Hijmara 8'an a Stenbolê û Xebatkara Rêxistina Pîşeyê Kedê ya Bloka Atiyê Sevtap Akdag rewşa niha ya ked û azadiyê nirand.
'Ji nedîtî ve li mirina karkeran dinêrin'
Sevtap destnîşan kir ku hijmara karkerên jiyana xwe jidest dane ya di destê Meclisa Tendiristiya Karkeran û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ê dene, lê ev hijmar gelek dibin rastiyê dene û wiha domand: "Bi qasî di şerê 30 salan de di van 13 salan de karker mirine. Bi navê mirinê ji çavê civakê derdixin û li ber çavan winda dikin."
'Divê tekoşîna hevbeş pêşbikeve'
Sevtap balkişand ser di navenda şer de pêşketina nijatperestiyê û wiha berdewam kir: "Dema ku şer çînî be jî cardin karker û kedkar dimirin. Di hişmendiya civakê de girtina van heya dawiyê giringe. Ji ber ku di şer de zarokên karker, kedkar û hejaran dimirin. Yan di nava şer de bimirin yan jî werin di madenên Somayê de bimirin. Civakê neçarî van dike. Emê li hember van kirinan bibin yek û bi hev re tekoşînê bikin."
'Aştî ji beriya her tiştî tê'
Sevtap anî ziman ku aştî ji beriya her tiştî tê û wiha dom kir: "Ji ber navendên şer nijadperestî û şovenîzmê pêşdixe. Emê bi tekoşna azadiyê doza mafê xwe bikin û rê li pêşiya van hişmendiyan bigirin. Ji ber di nava karkerên kurd û tirk yan jî karkerên ji gelên cuda de durketin çêdibe. Ji xwe bi gelek rêbazan hewildidin nava karkeran nexweş bikin û jiyana wan zêdetir bêxin zorê."
'Aştî ked û azadî tekoşînek nayê parçekirine'
Sevtap wiha qala giringiya tekoşîna ked û aşadiyê kir: "Dema ku em van cudahiyan ji navê rakin, bi hev re tekoşîna aştiyê bidin dê hevgirtinek mezin a civakê çêbibe."
(zt)