Jin hişkirina zerzewatî hînî ciwanan dikin
16:08
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo di navbera nifşan de têkiliyê xweştir bike pîr û kal û ciwan anîn cem hev. Di hevdîtinê de pîr û kalan nîşanî ciwanan da ka balîcan û îsot çawa tên hişkkirin, di hevdîtinê de Midûrê Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî Abdurrahman Karakoyun, da zanîn ew dixwazin çanda xwarinên berê dîsa li nav civakê berbelav bikin.
Mala Dilbêrên Mezin a bi ser Midûrtiya Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo di navbera nifşan de têkiliyê xweştir bike bi çalakiyekê rabû. Çalakî li Beşa Pîr û kalan a Sumerparkê hate lidarxistin, pîr û kal û ciwan ji bo hişkirina îsot û balîcanan bi hev re xebitîn. Pîr û kal û ciwanan bi kêrê binikê îsot û balîcanên dolmê derxistin, navika wan vala kir û ew di benî re kirin. Paşê jî îsot û balîcan ji bo hişkirinê li baxçeyî hatin daliqandin. Bi van îsot û balîcanan zivistanê dê xwarin bêne çêkirin û wê xwarinê bidin pîr û kalan.
'Armanc têkiliyên civakî xurt kirine'
Midûrê Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî Abdurrahman Karakoyun, diyar kir ku bi vê kiryarê ew dixwazin têkiliya navbera ciwan û pîr û kalan xweştir bibe da ku ev çanda berê di nav ciwanên nû de jî bête zanîn û belav bibe.
Abdurrahman bal kişand ku bi sedan salan e civaka kurd fêkî û zerzewatê xwe hişk dike û bo zivistanê dihilîne. Abdurrahman diyar kir ku niha ev çand hêdî hêdî tune dibe û gelek zerzewatên niha xwerî bi madeyên kîmyewî ye.
(rc)