'Şoreşa Gulê' bi pêşengiya jinê zindî dibe

10:15

Dîdem Dozvan /JINHA

SERÊKANIYÊ - Jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava, li aliyek parastina welat dikin li aliyê din jî xebatên înşakirinê didomînin. Jinên ku xwe li qada aboriyê jî xwe pêşdixin di Baxçeya Gulan de soza 'domandina berxwedanê dan.

Li Rojava bi berdewamiya xebatên înşakirinê re jin aboriya xwe pêşdixin. Jinên ku li gundê Menejîr a girêday bajarê Serêkaniya Kantona Cizîrê dijîn di Baxçeya Gulan de dixebitin. Baxçeya ku 40 kîlometre dorî bajêre, jin ji bo xebatê her sibê zû radibin û diçin baxçê û dest bi kar dikin. Jina bi navê Sara Hemîd a ku di baxçeyê de dixebite anî ziman ku wek jin ew ê ji bo avakirinê her bixebitin û welatê xwe bernadin. Sara diyar kir ku rojê di navbera 8-15'e saetan de ew dixebitin û rojê 800 lîre perê Suriyê digrin. Sara got: "Ne girînge mirov bibe xwedî gelek pere, ya girîng mirov li gorî îhtiyacê xwe pere bigre ye."

'Hem em li berxwedidin hem jî înşa dikin'

Sara destnîşan kir ku jinên Rojava dê li her qadê jiyanê cihê xwe bigrin û bixebitin û wiha got: "Pêwîst be em ê keviran barbikin lê cardin em dev ji welatê xwe bernadin. Em pêşengiya şoreşa Rojava dikin. Wek jin em li welatê xwe xebatê înşakirinê dikin û em ê vê yekê bidomînin. Modela ku em bineqşînin dê ji bo hemû cîhanê bibe mînak. Em hem li berxwedidin hem jî xebatên înşayê dikin. Ez bang li tevahî jinan dikim; wek jin xwedî li welat derbikevin. Em bi sayê têkoşeran li vir dijîn. Hêzên YPJ/YPG'ê me ji dijmin parast û jiyana me girtin ewlehiyê de. Ez jî ji bo wan serkeftinê dixwazim."

(rc)