'Dê têkoşîna li hember şer û îstismara kedê bidome'

09:15

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Hevseroka Şaxa Sendîkayên Kar ên Giştî Zeynep Demîr diyar kir ku konsepta şer a ku ji aliyê AKP'ê ve hatî despêkirin hemû civak bandor dike û wiha got: "Bi taybet wek jin divê em li dijî konsepta şer rawestin û bêjin bese. Li her qadê me dengê xwe li dijî şer bilind kir û em ê bilind bikin."

Konsepta şer a ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ya demî ve hatî despêkirin dibe sedema her roj qetilam, binçavkirin û girtin pêk were. Di serî de li navçeyên Silopî, Cizîr, Lîcê, Ferqîn û Gever û gelek bajarên Kurdistanê her ku diçe bilençoya şer zêde dibe û kiryarên ji sala 1990'an girantir tê pêk anîn. Li dijî şer hewirdorê kedê jî bertekên xwe tînin ziman. Hevseroka Şaxa Sendîkayên Kar ên Giştî Zeynep Demîr anî ziman ku şer di her warê jiyanê de bandorê li civakê dike û wiha got: "Bi taybet wek jin divê em li dijî konsepta şer rawestin û bêjin bese. Li her qadê me dengê xwe li dijî şer bilind kir û em ê bilind bikin."

'35 sale hêza we têra nekir û dê têra neke'

Zeynep destnîşan kir ku desthilatdaran di pêvajoya şer de dixwazin hêvî û baweriya gelan ya aştiyê ji holê rakin û wiha pêde çû: "Lê divê ev yek baş were zanîn û fêmkirin ku bi têkoşîna dijwar em hatin vê rojê. Ji ber vê ev ne cara yekeme em şer û van êşan dibînin. Lê em hîna dijîn ev yek dê pêşiya feraset û hêzê me yê têkoşînê negere. Bi taybet wek jin em ê li hember ferasetên ku hewldidin baweriya gel ê aştiyê ji holê rake bisekinin û têbikoşin. Wek kedkar em êşê vî şerî ji nêz ve dijîn. Hevalên me ên kedkar li her qadê zehmetî jiyan dikin. Zarokên xwe winda dikin, kar û jiyana xwe winda dikin... Ji ber vê yekê di xalê çaresariyê de em ê vîna xwe danin holê û her dem li pêşbin. Ev 35 sale hewldan ku pêşiya vê hêzê bigrin lê nekarîn û dê nekaribin."

'Em li dijî îstismara kedê berxwedidin'

Zeynep da zanîn ku desthilatdar ne tenê bi hîleyên şer her wiha bi îstîsmarkirina kedê û civakê xwe mezin dike û wiha domkir: "Kedê mirov bi pera neyê pîvandin, civak li ser li ser kedê avadibe. Bi nêrîna me ya Sendîkayê her tişt pêk nayê û rêvenaçe. Ji ber vê em li dijî zîhniyeta ku kedê mirovan bi pereyan dipîve ne, lê divê beramberî kedê mirov hebe." Zeynep diyar kir ku ew wek kedkar li dijî îstismarkirina kedê jî têdikoşin û got: "Wek kedkar di vê pêvajoyê de em hesas tevdigerin. Paradîgma, felsefe û ferasta me di warê ku her kes li gorî kedê xwe jiyan avabike ye."

'Têkoşîna me dê heya dawî bidome'

Zeynep peymana di navbera Hikûmet û Rêvebirin Sendîkayan de jî bi bîrxist û wiha got: "Divê ev rastî di warê civakê de baş were zanîn; Pereyê ku didin me ji xwe cardin ji me distînin. Di her gavek ku em davêjin ji me bac tê qutdikin û dewlet li her deverê jiyana me xwe bi cih kiriye. Ji ber vê yekê wek kedkar dê têkoşîna me heya dawiyê bidome. Bi taybet heya ku feraseta desthilatdaran ya li hemberî kedê bê guhertin têkoşîna me dê bidome."

(rc)