Aygûl Gencer li Bêgirê îmze avêtin nûbûnek
10:39
Vîldan Atmaca / JINHA
WAN - Aygûl Gencer li dijî zihniyeta mêr li Bêgirê dikana tuhafiye vekir û di heman demê de li navçeyê bu dukandara yekem a jin. Aygûl diyar kir ku divê jin bêy ku xwe girêdayî mêr bike xwe pêş bixe.
Jinên ku pîvanên bi zîhniyetê mêr li ser civakê tên ferzkirin red dikin, li beramberî hemû zoriyê jiyanê hewldidin bi hêzê xwe aboriyê xwe avabikin. Yek ji bajarên herî ku mêr desthilatdariyê xwe lê dide meşandin bajarê Wanê ye, lê belê li dijî hemû şert û mercên jiyanê jin bi têkoşîna xwe gav davêje û xebatê xwe dide meşandin. Aygûl Gencer li navçeya Bêgirê ya Wanê dûkana tuhafiye vekir û bû dûkandara jin a yekem. Aygûl diyar kir ku divê berî her tiştî jin bi hêza xwe bawer bike.
'Ji ber ku jinim dûkan nedidan min'
Aygûl da zanîn ku dema ew biryarê vekirina dûkanê daye, li Bêgirê bi zehmetiyên mezin dûkan peyda kiriye û wiha got: "Dema ku li dûkanê digeriyam xwediyê dûkanan bi gumanê 'gelo ew ê kiriyê xwe bide, ango wek jinek dikare dûkandariyê bike' nêzdibûn û bawerî nedidan. Ji ber jinim dûkan ne didan min. Ez neçar mam zavayê xwe hevparê kar nîşan bidim û cih bistînim. Piştî min qalibên heyî şikand min zavayê xwe ji hevpariyê derxist. Her çiqas kêmbe jî ez difikirim ku min nêrîna navçeyê li hember jinê guhert."
'Ji ber ez dûkandara jin a yekem bûm hemû çav li ser min bû'
Aygûl da zanîn ku berî deh salan li Bêgirê jin ji ber kevneşopiyên civakî dernediketin derve û wiha domkir: "Berî deh salan li kolanên Bêgirê du jin we ne didît. Lê bi demê re piştî jin derketin bazaran me nefes girt. Wek dûkandarek jin a yekem hemû çav li ser min bûn. Ji ber ku dema em dimeşîn jî em aciz dibûn ji vê derê. Li wesayîtan em bi tirs siwar dibûn û diçûn dawiyê rûdiniştin. Bi guhertina hişmendiya civakê ya li hember jinê êdî jin hêdî hêdî derket pêş. Bi saya ked û têkoşînê êdî jin li hemû qadan cih digre. Li gorî demê borî em niha hîn xwe rihet dibînin. Cihê ku em dixwazin em diçinê." Aygûl diyar kir ku nêrîn li hember jinê hatiye guhertin û di sala 2010'an de li yekem jina ku ajokeriyê kiriye ew e.
'Ji civakê feodal re serê xwe netewînin'
Aygûl di dawiyê de wiha got: "Banga min ji jinan re; bila li ser piyên xwe bisekinin. Derfetên perwerdê ger hebe bila bidomînin. Jinên ku li malan tên girtin jî dikarin bi hûnerên destên xwe rengê xwe danin û debara xwe bikin. Dikarin hûnerên xwe yê destan pêş bixin û aboriya xwe wiha bi dest bixin. Jin bêy ku xwe muhtacê mêr bike divê xwe pêş bixe û aboriya xwe bi dest bixe. Wek jin bi hêzê xwe bawerbin û ji civaka feodal re serê xwe netewînin."
(rc)