Di kargeha dirunê de xebata hevpar a 5 jinan
09:18
JINHA
AMED - Di nava kargeha dirunê ya li Dîclekentê de 5 jin bi xebatek hevpar dixebitin. Rêvebera kargehê Necmiye Buyukbaş diyar kir ku ew 5 jin bi kedek hevpar dixebitin û wiha got: "Em her 5 jin hem di xebatê de hem jî di nava jiyanê de xwe birêsintin û perwerde dikin. Em demek baş bi hev re derbas dikin. Weke xebatê dahata me jî hevpare."
Li Di kargehek dirunê a li Semta Dîcleketna Amedê de 5 jin bi xebatek hevpar kedê didin û cil û bergan didirun. Di kargeha ku piranî kincên jinan têde tên dirun de rengê xebata jinê tê dîtin. Rêvebera kargehê Necmiye Buyukbaş girêdayî xebatên xwe yên dirunê agahî da. Necmiye destnîşan kir ku wê ji derveyî karên dirunê berê gelek karên dinê jî kiriye û wiha berdewam kir: "Berê min gelek karên weke morîk dikir. Min ji morîkan qolî taqî û tiştên cuda çêdikir û bi wê xwe li ser lingan digirt. Paşê min dest bi karê dirunê kir."
'Jin çî tişta bixwaze dikare biser bixe'
Necmiye anî ziman ku ev 23 salin ew karê esnafiyê dikim û wiha dom kir: "Dema ku min nû dest bi vî karî kirî ez difikirîm ku dê malbat û derdor bertekên çawan nîşan bidin. Lê bi demê re dema ku wan hemûyan dît ez karek baş dikim êdî nêrîna ji derve jî ser min hat guhertin. Dema ku ez divî karî de serketim êdî min bawerkir ku jin çî tişta bixwazin dikarin bikin."
Necmiye di derbarê kêmbûyîna esnafên jin de jî wiha axivî: "Bila jin ji hişmendiya mêran netirsin, bila derkevin nava karên civakî û xwe bi xwe rêxistin bikin. Ji xwe dema ku jin destê xwe didin tiştekê gelek baş dikin. Em niha 5 jin li vêderê dixebitin. Em di aliyê jiyanê de jî xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Em hemû karê xwe hevpar dikin, dahata me jî hevpare. Esnafî herî baş bi ked û nêrîna jinê bedew dibe. Ji bo wê jî divê jin teqez dakevin nava karên civakî û xwe rêvebirinê."
'Bi tecrubeyên xwe yên kar min hêza jinê ya veşartî dît'
Necmiye di derbarê zehmetiyên nava kar de jî wiha pêde çu: "Ji serê sibê saet 09.00'an heya saet 07.00'ê êvarê berdewam dike. Dema ku min nû dest bi vî karê esnaafiyê kirî ez gelek ditirsiyam; ji ber ku baweriya min bi hêza min nebû. Di nava kar de êdî min hêza jinê naskir. Ez bi karê û tecrubeyên xwe yên dîtina hêza jinê gelek kêfxweşim. Her çendî ez hem karê malê dikim û hem jî esnafiyê dikim, di navê de diwestim jî lê dîsan jî bi serkeftî diçe û başe."
Necmiye da zanîn ku divê hemû jin hêz, afirênerî û keda xwe derxe holê û wiha got: "Divê jin bi tirs nêzî kar nebe, ji nava malê derkevin bi cesaret ser kar de biçin û hêza xwe nîşan bidin. Di siyasetê de zêdebûna jinan cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku jin di nava siyasetê de cîh girtin karek gelek giring û hêjaye. Li hember hemû cureyên êrîşan xwe û gelê xwe parastine. Ev jî nîşan dide ku hêza jinê zêdeye divê ew hêz derkeve derve."
(zyd/zt)