Armanca jinên ku sêwiriya çente dikin kooperatîfbûne

09:02

Rojbîn Kaçan /JINHA

MÊRDÎN- Xebatkarên qursa çente ya ku di binesaziya Şaredariya Dêrikê de vebûye diyar kirin ku, ew dixwazin qursê veguherînin atolye yê lê armanca wan a sereke kooperatîfbûne.

Navenda Jinan a Peljîn ya girêdayî Şaredariya Dêrikê tevî ÎŞKUR'ê ji bo ku jin bi aweyek çalak tevlî hilberînê bibe û kedê jinan diyar bibe, li cihê Şaredariya Dêrik a kevin qursê çente hat vekirin. Qursa ku di 22'ê Tebaxê de vebûye dê 4 mehan bidome. 15 jinên ku tevlî qursê bûne di nava heftê de 5 roj diçin qursê û 6 saetan dixebitin. Her wiha endamên ku tevlî qursê bûne ji bo pêdiviyên amûrên ku tê bikaranîn mûçe tê dayîn. Jinên ku tevlî qursê bûne anîn ziman ku ew dixwazin qursê veguherînin atolye yê lê armanca wan a sereke jî kooperatîfbûne.

'Armanca me kooperatîfbûne'

Xebatkara Navenda Jinan a Peljîn Gûlseren Yûzal diyar kir ku, armanca wan ji qursa çentê hem derfetên kar ji jinan re avakirine hem jî piştgiriya aborî pêk anîne. Gûlseren da zanîn ku, 42 jin serî li qursê dane û wiha got: "Lê di encamê hevdîtinan de 15 jin hatin girtin. Em dizanin ku ev yek kême. Lê ji ber despêke wiha despêkir. Em ji bo ku hêjmarê zêde bikin di demê pêş de dê hewldana me çêbe." Gûlseren destnîşan kir ku armanca wan a din qursê veguherînin atolya yê û kooperatîfbûnê avabikin û wiha got: "Li Dêrikê piranî jin di xebatê demsalî de dixebitin. Cihê xebatê li warên xwe nabînin. Em ji bo ku berhemên jinan bifroşin hewldidin li bazarê qad bibînin."

'Bi piştevaniya jinan re xebatê me bi hêz dibe'

Emîne Sagdaşli ya 32 salî diyar kir ku, şaredarî cara yekem xebatek wiha a jinan pêk aniye û wiha got: "Berê tenê em bi karê mal re mijûl dibûn û dernediketin derve. Me nedikarî alîkaiya malbatê bikiriba. Lê niha bi saya şaredarî û navenda jinan em ji malê derdikevin û piştgiriya aborî ji malbatê re dikin." Emîne da zanîn ku, ew bi jinên ku cihê xwe di nava qursê de digrin di nava piştevaniyê de ne û anî ziman ku piştevaiya jinan xebatê bi hêz dike. Emîne bi lêvkir ku ew sêwiriya çenteyan bi modelên taybet dixemilînin dikin xizmeta civakê û ew dixwazin ku xebatê jinan bên bi hêz kirin.

'Derfetên kar divê ji hemû jinan re bê dayîn'

Xebatkar Remziye Gûleç jî wiha got: "Berê em ji malê dernediketin û pirsgirêkê madî hebûn. Lê êdî em dixebitin û dikarin zarokê xwe xwedî bikin û muhtacê hevserê xwe namînin." Remziye dexwaz kir ku demên qursê bên zêdekirin û qursên nû bê vekirin kir û anî ziman ku piştî qurs biqedê ew naxwazin cardin li malê rûnin. Remziye diyar kir ku divê derfetê kar ya jinan bê zêdekirin û wiha got: "Niha derfeta 15 jin bixebite hat avakirin, lê divê ev derfet ji bo tevahî jinên Dêrikê bê dayîn. Eger ev derfet ji hemû jinan re bê dayîn, dê hebûna jinan di nava civakê de jî bi hêztir be."

(rc)