Jin naxwazin pîşeyê wan zayendî bibe

09:04

JINHA

ENQERE - Jin li hemberî pergala deshilatiya mêran serî hildidin û di jiyana xwe ya kar de zayendîtiyê napejirînin. Li kolana Karanfil a Enqerê jina bi navê Sibel Daştan a karê îşportayê ku di nava civakê de weke karê mêran tê zanîn dike diyar kir ku divê jin di nava karên wiha yên li hember pergala heyî weke alternatîf tên dîtin de cîh bigirin.

Weke kincan xwarinê û hemû navendên jiyanê li navendên kar jî pîşe weke zayenditiyê tê dîtin. Di nava hişmendiya heyî de karên weke ajokarî, marangozluk û melatî weke karê mêran tên zanîn, jin jî ji bo şikandina hişmendiya heyî dinava hewildanan denin. Yek ji van jinan jî Sibel Daştan karê îşparatayê dike û bi keda destê xwe xwe dide jiyan kirin. Sibel taqiyên bi keda destê xwe çêkirî bi şevê li Kolana Karanfilê pêşkêş dike. Sibel da zanîn ku dema dest bi vî karî kiriye tenê rojê dixebitî, lê paşê bi alîkariya hevalek xwe êdî bi şevê jî dixebite.

'Êdî esnafan rewşa wê pejirandiye'

Sibel destnîşan kir ku ji ber îşpartan weke karê mêran tê zanîn ji bo wê ji malbatê bertek girtiye û wiha domand: "Despêkê tenê roj vî karî dikir, paşê bi alîkariya hevalên xwe êdî ez bi şevê jî karê xwe berdewam dikim. Malbata min pir bi germî lênenêrî. Lê ji ber hînî rewşê bûn êdî dengê xwe dernexistin. Hîna dema ku ez dereng diçim malê dayîka min qêr dike û bi ser min de tê lê bi awayekê ez hel dikin."

Li hember pergalê piyaseya alternatîf

Sibel bilêv kir ku gelek kar hene jin gelek baş dikarin bikin û wiha berdewam kir: "Di pîşe de 'karê jinan' yan 'karê mêran' tiştek wiha nîne. Her kes tiştên dizanin dikarin bikin. Jin ser keda xwe çî tiştên dikarin bikin weke etek, kolye, fayîke û hemû tiştên dinê dikarin çêkin pêşkêş kin, ji xwe ev hemû dewlemendiyên çanda civakîne." Sibel anî ziman ku ev keda jinan dê li hember bazarên pergalê piyaseyek alternatîfbe.

(zt)