Jinên wanê bi çinîna sêvan çanda xwe jî didin jiyandin

09:06

Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Jinên li Taxa Emin Paşa sêvan diçinin hem bi sêvên baxçên xwe debara xwe dikin û hem jî çanda taxê ya kevnare didin jiyîn. Jinên sêvan diçinin para malên baxçê wan tine ne jî didinê.

Bi zêdebûna şêniya cîhana modern û koça ji gundan ber bi bajaran ve çêkirina cihên çîmeto berdewam dikin. Di encama xebatên modernîteya kaputalîst de bînayên mezin tên çêkirin û mirov ji xwezayê tên qetandin di wan avahiyan de tên hebiskirin. Jin li hember vê sazumaniyê derdikevin û di baxçên malên xwe de dest bi hilberînê dikin. Li Wana ku têde navendên kirînû firotinê yên mezin û AVM yan cîh negirtine li Taxa Emin paşa jin bi dehan salin ji berhemên baxçên mala xwe yên weke sêvan debara jiyana xwe dikin.

Hilberîna xwe par dikin

Di van baxçên tenê jin pêremijul dibin de çanda jiyana hevpar tê dîtin. Meyase ya 47 salî ku ev 35 salin di baxçê mala xwe de hilberîna sêvan dike got: "Her sal bi qasî tê xwestin em hilberînê ji baxçên xwe nagirin. Salên zêde digirin em difiroşin. Salên ku baş negirin bi zorê têra me dike em tenê ji bo xwarina xwe radikin. Bê guman em ne ji bo xwe tenê radikin, li vêderê baxçê her kesê nîne, em li gel malên baxçên wan neyî bi hev re dixwin."

Ji fêkiyên tên hişk kirin xwarin jî tê çêkirin

Meyase anî ziman ku çend donim ji baxçê wan sêvin, ew her dem lê dinêre û wiha domand: "Ji bo sêvên di hindirê malê de dimînin xiranebin em hişk dikin û zivistanan dixin nava xwarinê û dikin rîçol."

'Divê mirov di nava çîmentoyê de neyên hebiskirin'

Meyase destnîşan kir ku divê çanda hilberînê neyê kêmkirin û mirov dihindirê malan de neyên hebiskirin û wiha berdewam kir: "Em hewildidin hîna çanda hilberînê ya ji kevin de maye bidin jiyankirin. Berê li ber malên me rêzên darên sêvan hebûn. Lê bi bajarbûnê re êdî çanda hilberînê jî kêm dibe. Mirov êdî erdên xwe didin mutehîtan."

'Dema ku em dikevin baxçe weke ku têkevin beheştê'

Meyase bilêv kir ku li hemberî zêdebûna herêmên çimeto ew dixwaze zarok û neviyên wê di nava xwezayê de li binê daran mezin bibin. Meyase da zanîn ku ew li gel cîran û xizmên xwe di nava baxçe de demê xweş bi hev re derbas dikin û wiha dom kir: "Li binê daran di nava şînahiyê de li gel çaya semawer vexwarinê em sohbetê dikin. Hewildidin me ji xwezayê biqetînin têxin nava çîmetoyê û dawî li çanda me ya hilberînê bînin. Em vê napejirînin û ji xwezaya xwe durnakevin. Dema ku ez dikevim nava baxçê xwe weke ku ketime nava beheştê."

(zt)