'Eger em li kolanan zêde bibin dê tundiya civakê kêm bibe'

11:04

Oyku Dîlara Keskîn / JINHA

STENBOL - Jinên ku di xizmeta sektorê de dixebitin cûdakariya zayendî û zehmetiyê wê bi van hevokan vedibêjin, "Em her roj bi nêzîkatî, gotin û bi awirê çavan rastî tecevûzê tên." Jinên kedkar diyar kirin ku, bi zêdebûna jinan a li navenda jiyanê dê zehmetî kêmtir bibe û wiha gotin: "Em li kolanan çiqas zêde bibin, dê ewqas tundiya civakê li ser jin kêm bibe. Ji ber vê yekê divê jin ji bo jiyanê xwe bikeve nava tevgerê."

Di serî de li Tirkiyê û tevahî cîhanê jin di xebatê jiyanê de rastî gelek astengî û zehmetî tê. Li aliyek hin têgihan dixwazin jin ji qadê xebatê dûr bixe li aliyê din jî jin heya derngiya şevê dixebite û li gorî hişmendiyê mêr ev rewş 'bifikar' tê dîtin. Ev zîhniyet herî zêde jinên ku di sektorên xizmetê de dixebitin bandor dike. Li ser şert û mercên giran ên xebatê jin rastî hişmendiya desthilatdar û tacîzên devikî tên. Ji ber vê jin dema ku ji cihê kar dertên bi ne rihetî diçe mal. Jinên ku di Cafe-barda de dixebitin, li hemberî hişmendiya desthilatdar şêwirmendiya xwe mezin dikin.

'Hikma civakê li ser me heye'

Gûlselî Bulunmaz diyar kir ku ew 10 salin ji ber pirsgirêkên aborî xebatê garsontiyê dike. Gûlselî bilêvkir ku li Tirkiyê wek jinek xebatandin gelek zehmetiyê wê heye û got bi taybet jinên ku li Cafe-barda dixebitin rastî gelek hikma civakê tên. Gûlselî got: "Em bi şev dereng ji cihê kar derdikevin, li kolan û otobîsê de bi çavek cûda li me dinêrin. Hişmendiya ku divê jin derengê şevê derneyên derve heye. Ev hişmendî me ji karê me sar dike." Her wiha Gûlselî destnîşan kir ku zehmetiyên ku dijîn ji hişmendî û hikma civakê bingeha xwe digre. Gûlselî anî ziman ku li cihê kar ji aliyê mêran ve ew biçûk tên êxistin û wiha domkir: "Ferqê me ji wan nîne. Divê ev hişmendî li hember jin bê guhertin."

Zîhniyeta mêr her yeke...

Gûlselî behsa hikma zîhniyeta mêr ya li ser jin kir û pirsgirêkê rû bi rû tên wiha vegot: "Em her roj bi nêzîkatî, gotin û bi awirê çavan rastî tecevûzê tên. Em bi mirovên ku xwe pêşketî dibînin re dixebitin, zimanê wan cûda ye lê belê nêzîkatî û helwest her yeke. Di van sektoran de herkes tê perçiqandin lê belê jin du car tê perçiqandin. Jinên ku li vir dixebitin, ji hevalên xwe ên mêr, hevserên xwe rastî tundiyê tê. Em êdî ji van hikûm û tundî aciz bûne." Gûlselî da zanîn ku ji ber pirsgirêkê ku dijî ew her ciqas karê xwe hezbike jî neçar dimîne cihê xwe biguhere û got ew naxwaze dev ji xebatê xwe berde ji ber ew neçare bixebite.

'Divê jin di hemû xebatê jiyanê de cih bigre'

Gûlselî diyar kir ku pirsgirêkên ku dijîn bi piştgiriya jinan ew ê derbas bibe û wiha pêde çû: "Pergal mirovan ewqas diguhere, kesayet jî nakeve wê ferqê. Divê mirov bêy ku cudakarî bixe navbera mirovan de piştgirî bide û bixebite. Cudahî xistina navbera jin û mêr wek nijetperestiye." Gûlselî bi lêvkir ku ew dixwaze jin di sektora Cafe û bar de bên zêde kirin û wiha got: "Di xebatên şevê de pirsgirêk tune ye. Jin dikarin li vê qadê bixebitin. Wê demê jin wê pêdivî nebîne ku sibê zû rabe û bi karê malê re mijûl bibe. Em li derve çiqas bixebitin dê hikma civakê li ser me kêm bibe. Ji ber vê divê jin di hemû xebatê jiyanê de cih bigre."

'Tu nikarî lêvê xwe jî sor bikî...'

Gamze Çelîkutku jî diyar kir ku ew 3'ê salin karê garsontiyê dike û got hem ew keyfê ji xebatê xwe digre hem jî aliyên wê ên zehmet hene. Gamze da zanîn ku xebitîna jinan di bar de ji aliyê civakê ve nayê pejrandin û wiha domkir: "Kesên ku em xizmetê wan dikin jî dibêjin çima ev jin heya saet 03.00'ê li vire, zîhniyeta wan qebûl nake. Dema ku mêr bixebite dibêjin 'perê nan' derdixe, lê dema jin bixebite tiştên cuda dihzirin." Gamze anî ziman ku di dema kar de ew rastî tacîzê tên û wiha hizrê xwe parvekir: "Divê berî her tiştî mirov zîhniyeta tacîzkirinê hilweşîne. Dibêjin garson nikare lêvê xwe sor bike ji ber ku tê wateya tehrîk kirinê. Çima mêr tahrîk nake tenê jin tahrîk dike, ez sedema vê yekê nizanim."

Gamze da zanîn ku di navbera hevalên wê ên xebatkar de cudakarî tê kirin û wiha got: "Mêr dizane ku ev yek mijarên hesasin ji bo jin lê famnake." Gamze wiha domkir: "Li cihek herî zêde ez 3-4 mehan dixebitim. Ji ber ku piştî demek êdî hikma dikin û dibêjin 'vî cilî li xwe neke' , 'wiha bike' ez neçar dibim dev ji kar berdim." Gamze diyar kir ku ji bo ev zîhniyet bê derbas kirin divê jin wek milkê xwe neyê dîtin û got hişmendiya civakê ya li hember jin û mêr bi perwerdê wê derbas bibe.

'Jin dikarin bi şev bixebitin û kêfa xwe binêrin!'

Banu Zerey jî bi lêvkir ku ew 8 mehin di sektora xizmetê de dixebite û wiha got: "Muşteriyên ku tên vir cuda nêz dibin. Lê em ji ber ku em pere qezenç dikin û hezdikin dixebitin." Banu wiha domkir: "Carnan em rastî tacîzê devikî tên. Ji mera dibêjin vê saetê tu li vir çi digerî. Ev helwest tê wateya ku eger tu vê saetê derî derve mafê min a tacîzkirinê jî heye. Lê jin dikare bi şev jî bixebite û kêfa xwe binêre." Banu destnîşan kir ku sedema van pirsgirêkan ji qalibên muhafezekar ên civakê digre û derbaskirina vê zîhniyetê zehmete û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi têkoşîna jinan em dikarin vê zîhniyetê hilweşînin."

(rc)