Bazara kedê destê jinan li dijî pîşesaziyîbûn e

12:42

Ceren Karlıdag/ JINHA

ÎZMÎR - Bazarê Odemîş a Kedê Destê Jinan serdemeke hebûna xwe didomîne û jin li dijî berhemên karxane bi berhemên xwe ên çîn li berxwe didin.

Bazarê dîrokî ya Odemîş a Kedê Destê Jinan ev 110 sale hebûna xwe didomîne. Jinên Odemîş bi berhemên xwe ên çîn, tentene û gerdenên ku bi destê xwe çêdikin her roja şemî derdikevin pêşbirê kirîgerên xwe û bi sayê bazarê aboriya xwe avadikin. Her wiha jin bi sayê kedên xwe li aliyek, li hember berhemên AVM'e, karxane û pîşesaziyî bazarê xwe a dîrokî diparêzin li aliyê din bi xuluqkarî û berhemên xwe ên ji hev cûda ferqa kedê xwe datînin holê. Jin ne tenê bi armanca aborî dixebitin, her wiha armanca wan kirîger kêfxweş kirine.

'Eger jin bi rêxistinbin dê kedê me hîn zêdetir were dîtin'

Ayşe Kiymet a 64 salî diyar kir ku, zaroktiya wê li vê bazarê derbas bûye û niha ew jî berhem û kedên destê xwe li bazarê difroşe û got ku, ew gelek nirx dide hilberînê jinan. Ayşe da zanîn ku, demên borî de bi kedê xwe hewldane kooperatîf avabikin lê bi ser neketine û wiha got: "Eger jin li vir bi rêxistinbin û kedê xwe bikin yek wê hîn bi hêztir be." Ayşeya ku perdeyên çîn ên ser masê difroşe û debara xwe dike anî ziman ku ew bi pereyên ku qezenç dike zarokê xwe dide xwandin. Ayşe got: "Ên ku qîmeta kedê me bizanibin dizanin ên ku nezanin jî nizanin" û anî ziman ku divê jinên ku hebûna kedên xwe ên destan diparêzin, li hember berhemên karxanê xwe bi rêxistin bikin.

'Em berdêlê kedê xwe nagrin'

Zeynep Tutar a ku 15 salin tevî dayîka xwe çînê ku çêdike, difroşe û debara xwe dike zehmetiya xwe wiha vegot: "Êdî çavê min nabîne. Ez du berçavk bi kartînim." Zeynep destnîşan kir ku, qîmet her roja ku diçe li hember berhemên destan kêm dibe û wiha domkir: "Em berdêlê kedê xwe nagrin. Tenê hinek xercane dikeve berîka me. Çînek çêkirin hemû şeva min digre. Lê belê nirx ji kedê mere nayê dayîn."

'Em bi çi cefayê vî karî dikin kes nizane'

Fatma Akina ku ji gundê Kaymakçi hatiye û 10 sale li bazarê berhemên xwe difroşe wiha got: "Her çiqas kedê me kêm were dîtin, em bi şev û roj xebitîn û me zarokê xwe dan xwandin. Êdî li bazarê jinan mêr jî dezgeha xwe vedikin. Berhemên karxanê tînin û li vir difroşin. Li vir tenê berhemên destan xwedî nirxe. Em bi çi cefayî vî karî dikin kes nizane. Ez ji zaroktiya xwe çîn çêdikim. Êdî çav û destê min dêşe. Em xwe perîşan dikin lê her rojê ku diçe nirx li hember kedê me kêm dibe."

(rc)