Mamostayên jinên başur: Em daxwaza mafê xwe dikin

11:10

Newroz Dijwar-Derya Roj/JINHA

SILEMANÎ - Ji ber qirîza abori ya li Herêma Federala Kurdistanê ev hefteyeke dibistan di boykotê denin. Jinên mamosta gotin: "Mamosta tenê ji bo muçe derneketine kolanan. Em dixwazin ev dizî û bêduzenî ji holê rabe. Em dixwazin duzena jiyanê bê rastkirin."

Li Herêma Federala Kurdistanê ji ber qeyîrana aboriya demdirêj xebatkarên raya giştî bi çalakiyên boykotê daxwaza mafê xwe dikin. Boykota memurên ku 3 mehe muçe negirtine li hemû bajaran belav dibin. Li Silêmaniyê mamostayên jin ên ku 10 rojin dibistan boykotkirine ji bo jiyanek mirovane doza mafê xwe dikin. Me li daxwazên mamostayên jin ên ku heya talebên wan neyên cîh dest ji boykotê bernadin guhdarî kir.

'Em dixwazin weke mirovan bijîn'

Aşti Mihemed da zanîn ku ji bo bidestxistina mafê xwe ew di boyîkotê denin û heya mafê xwe bidest nexin dest ji çalakiyan bernadin û wiha domand: "Em dixwazin êdî ev pergal bikeve duzenê. Em dixwazin muçeyê me yê 3 mehin didizin êdî bidin me. Em dixwazin êdî hikumet pirsgirêkên welatiyan çareser bikin. Ciwanek şehîd kirin. Mirov êdî xwarinê dixwazin, kar dixwazin. Dixwazin weke mirovan bijîn. Yek ji yên şehîd ketî mamostabû. Bersiva daxwazên me bi gulebaranê didin. Mixabin ser xwîna me deshilatî ser kursî runiştiye. Ez ji bo hemû gelên herêmê dibêjim; êdî bese werin em dakevin qadan û jiyanek weke ya mirovan bixwazin. Werin em êdî dest bidin hev û dawî li vê pergalê bînin."

'Em weke mamostayên jin du caran tên perçiqandin'

Aşti anî ziman ku ew weke mamostayên jin di qada civakî de tên perçiqandin, banga piştevaniya çalakiya jinên mamosta kir û wiha berdewam kir: "Em weke mamostayên jin di gelek aliyan de tên perçiqandin. Em dayîkin û ji bo zarokên xwe dixebitin. Em dixwazin rêxistinên jinan dakevin nava gel û alîkariya me bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ti jinên li vê derê ji yên dinê cuda nîne. Dixwaze bila bijîşk, mamosta yan jî jina nava malê be bi heman awayî em tên perçiqandin. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan. Werin em ji bo mafê xwe yên herî xwezayiyên weke nan, av, elektirîk û jiyanê bixwazin."

'Hikumetê li hember daxwazên me guhê xwe girtine'

Mamosta Perwin Mecid jî diyar kir ku telebên wan di heman demê de talebên hemû gelên herêmê ne, lê hikumetê li hember daxwazên wan guhê xwe girtine û wiha got: "Ti ferqa ti mirovên li vêderê dijîn ji hev nîne, hemû hemanin. Em dixwazin bi her awayî şertên jiyana me bê başkirin. Li gel ku em welatê petrolê ne jî 3 mehe muçeyê me nadin me. Emê heya girtina muçeyên xwe boykotê berdewam bikin. Bila hikumet bibîne ev gel bi kîjan zoriyan dijîn. Li hemberî ewqas diziyê hikumetê guhê xwe girtiye û razaye, daxwazên me nabihîse."

Perwin bang li hemû mamostayan kir ku dakevin kolanan û wiha domand: "Em dixwazin hemû mamosta dakevin qadan. Tenê ne mamosta hemû gelên li vêderê dijîn, ger jiyanek hîn baştir dixwazin bila li gel me dakevin kolanan."

'Di qeyîranê de herî zêde mamosta mexdur dibin'

Mamosta Sinor Kerim Mihemed jî bilêv kir ku ji qeyîrana aboriya du mehin li herêmê berdewam dike herî zêde mamosta mexdur bûne û wiha axivî: "Weke her kesê vê qeyîranê mamosta jî gelek bandor kir. Mamosta mirovên feqîrin, ji bo wê jî qeyîrana aborî herî zêde wan bandor dike. Nêzî çar mehane ti mamostayan muçe negirtine. Em jî weke mamosta me mafê xwe yê rewa boykot bikaranî. Ev 10 rojin her roj em derdikevin qadan û mafê xwe dixwazin."

'Mamosta tenê ne ji bo muçe derdikevin qadan'

Sinor destnîşan kir ku mamosta tenê ne ji bo muçe girtinê di boykotê denin û wiha berdewam kir: "Em daxwaza çareseriya pirsgirêkên civakiyên li hermê tên jiyîn dikin. Li herêmê valehiyek siyasî heye, di wê valetiya siyasî de welatiyan di nava birçîbûnê de dihêlin. Tenê ne ji bo muçe mamosta ketine boykotê, di heman demê de ji bo dizî û bê duzeniya heyî bê rakirin em di çalakiyan denin. Ji bo ku şertê jiyana welatiyan bê duzkirin em di çalakiyan denin. Ev 24 sale hikumeta me heyî, lê her diçe pirsgirêkên welatiyan kur dibe û bê çareserî dimîne. Ji bo derketina ji vê bêçaretiyê siyaset senariyoya birçîbûna gel dixebitînin. Ez bawerim di bankayên herêmê de pere hene. Lê mixabin aliyê siyasî li ser biçîbûna gel di rantê denin. Dixwazin gel bi van pirsgirêkan mijul bikin. Ger bixwazin dikarin pêşiya van qeyîranan bigirin. Pergala serokariyê ya li herêmê berdewam dike jî li ser gel weke tehdîdê berdewam dike."

Sinor bilêv kir ku divê hikumetek demokratîk a alîgirê gel bê avakirin û wiha dom kir: "Li hember xwepêşandanên gel herî kêm niha divê hikumetek demî bê avakirin. Divê besivê bidin daxwazên gel. Heya daxwazên me neyên cîh emê çalakiya xwe berdewam bikin."

(zt)