Jiyan bi kedê jinê diafire....
09:13
Jînda Azad-Sorgûl Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Xedîce Ferhan li Rojava di firinê de dixebite û bi sekna xwe li dijî kevneşopiyên civakê têdikoşe wiha got, "Her jinek dikare bi vîna xwe li hember kevneşopiyên civakê têbikoşe û xwedî li keda xwe derbikeve.
Xedîce Ferhan a 35 salî ku li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê jiyan dikir ji ber şert û mercên jiyanê ên zehmet tevî 5 zarokên xwe derbasî bajarê Til Temir dibe û ji bo xwedîkirina zarokên xwe di firinê de dixebite. Xedîce kurê wê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dide. Xedîce diyar kir ku ew ji bo wekhevî di malbatê de avabike ew ked dide û wiha got: "Em li dijî zîhniyeta ku tenê mêr dibînin têdikoşin. Jin jî li tevahî qadê jiyanê dikare bixebite û berpirsyariya jiyanê hilde ser milên xwe."
'Ji ber em ji jiyanê hezdikin li her qadê têkoşîna me bilind dibe'
Xedîce anî ziman ku bi berxwedana jinên Rojava re nêrîna civakê li hember jin hatiye guhertin û wiha got: "Jin bi ked û berxwedana xwe cihê xwe di hemû navenda jiyanê de girtin. Em ji jiyanê hezdikin û ji bo vê yekê li her qadê dê têkoşîna me dê bilin dibe."
Xedîce bilêvkir ku ew ji bo piştgirî bide hevserê xwe dest bi xebatê firinê kiriye û wiha got: "Wekhevî hebe jiyan jî rast dibe. Ji bo ku em malbatê di van şert û mercên zehmet de li ser piyan bigrin divê em dest bidin destê hev. Bi salane ez alîkariyê hevserê xwe dikim. Ji ber em wek jin bi kedê xwe tevlî jiyanê dibin gelek kêfxweşin."
(rc)