Li Çiyayên Zagrosan dema çinîna kewzanan hatiye
09:26
JINHA
COLEMÊRG - Li Çiyayê Zagrosan dema berhevkirina kewzanan hatiye, li ber dikanan jî xwe dide nîşandan. Kewzaniya bi navê Songul Aşkan diyar kir ku ew diçin çinîna kewzanan, paşê têra zivistana xwe radikin û yên dinê li bazara Colemêrgê difiroşin.
Li pesarên Zagrosan dema çinîna kewzanane. Kewzanên ku di demsala peyîzê de tên komkirin li ber dikananin. Kewzan hem weke çeres tê xwarin, hem tê qelandin hêran û dibe qehwe û hem jî ji bo gelek derdan weke derman tê karanîn. Dayîka Songul Aşkan a 50 salî her sal li lutkeyên Çiyayê Zagrosan kewzanan kom dike, hem ji bo mala xwe tîne û yê zêde jî li bazara Colemêrgê difiroşe.
Dayîka Songul wiha qala demsala payîzê û dema kewzanan kir: "Em diçin li ser lutkeyên Çiyayê Zagrosan kewzanan berhev dikin. Em wan tînin li malê despêkê dişon û çen rojan didin ber tavê heya heşk dibe. Paşê jî em têra malê dihêlin û yên dinê jî li bazara Colemêrgê difiroşin. Kewzan hemû şevên zivistanê li ber soba agir tê danîn û weke çeresan tê xwarin. Her serê sibehan jî em dikin qehwe û vedixwin. Wekedinê jî ji bo gelek nexweşiyan em weke derman kartînin. Em di nava gelek xwarinan de jî dixebitînin."
Dayîka Songul bilêv kir ku li bazarê eleqeyek mezin li hemberî kewzan heye û wiha berdewam kir: "Dema kewzanên nû tên bazarê rastî eleqeyek mezin tê. Ji ber ku her mal weke me şevên zivistanê yên dirêj bi kewzanan derbas dikin. Qehwa kewzanan çêdikin û ji bo dermanan dixebitînin."
Songul wiha qala êşên ku tedawiya wan bi kewzanan tên kirin jî kir: "Ji darên kewzanan benîşt tê berhevkirin. Ew benîş dermanê gelek derdane. Qehwa kewzanan ji bo nexweşiyên ji sermaya zivistanê çêdibe gelek başe. Dîsan kewzanan dihêrin û jê ron digirin ew ron jî ji bo dermanan dixebitînin. Kewzan bi xwe jî dema tê hêran dermanê nexweşiya dil, devkulbîn, gurçikan û gelek nexweşiyên dinê ne."
(zyd/zt)