Jinên sendîkayê: Em dixwazin biryara bê çalakî bersiv bibîne

10:49

Têkoşîn Tekîn /JINHA

AMED - TSK ligel biryara bê çalktiya ku KCK'ê 10'ê Cotmehê îlan kiribû, operasyon û komkuji li heremên Kurdistanê berdewam dikin. Jinên sendîkayî bertek nîşanî bêçalaktiya yek alî da û wiha gotin: "Li ser xwesteka gel KCK'e biryara bê çalaktiyê da. Lê belê dewlet guhertin di helwesta xwe de çênekir. Ji bo bersiva bê çalaktiyê divê ku dewlet operasyona rawestîne û daxwazê gel esas bigre."

Hevserokatiya Rêveberiya Konseya KCK'ê di 10'ê Cotmehê de li ser daxwaza gel biryara bê çalktî bi daxuyaniyekî ji raya giştîre parve kiribû. Jinên sendîkayî bertek nîşanî bêçalaktiya yek alî da û bang kirin ku êrîşên TSK ligel biryara bê çalktiyê li heremên Kurdistanê operasyon û li ser gelê sivîl komkujî pêk tîne bê seknandin. Endama Komîsyona Tenduristiya DTK'ê Hulya Alokmen anî ziman ku teqîna Enqerê ji bo biryara KCK'ê vala derbixe pêk hat.

'Aşitî tenê bi daxwazê pêk nayê'

Hulya diyar kir ku "Li ser xwesteka gel PKK'e biryara bê çalaktiyê da, lê belê dewlet dev ji helwesa xwe berneda. Dewlet hêjî li heremên Kurdistanê êrîşan pêk tîne." Hulya destnîşan kir ku bi salane gel ji bo aştî dadikevin qadan û wiha domkir: "Tenê aşitî bi daxwazê pêk nayê ji bo wê divê têkoşîn were dayîn."

'Em dixwazin biryara bê çalakî bersiv bibîne'

Rêvebera Şaxa Sendikaya Genel-Îş a Amedê Seher Eyuboglu diyar kir ku biryara bê çalaktî yek alî birêvebirin nabe û wiha got:"Biryara bê çalaktiyê hat îlan kirin lê belê dewlet li heremên Kurdistanê bi biryara qedexekirina kolanan komkujî pêk tîne. Em dixwazin dawî li van komkujiyan were. Em dixwazin biryara bê çalakî bersiv bibîne, êdî em naxwazin agahiya mirinan bigrin."

'Divê gel li qadek azad û wekhev de bijî'

Seher bal kişand ku 10'ê Cotmehê de KCK'e biryara bê çalaktî îlan kir û di heman demê de mitînga aştiya Enqerêde komkujî pêk hat. Seher diyar kir ku bêçalaktî yek alî nayê rêvebirin wiha pêde çû: "Divê dewlet jî bersivê bê çalakiyê bide. Li ser xwestêka aştiyê a gel, bila dewlet bi girtin û bi mirinan besiv nede. Li heremên Kurdistanê gel dema derdikevin derve naxwazin bibin hedefa guleyan. Li heremên Kurdistanê qedexekirina kolana tê îlan kirin, gel nikare êdî bijî. Ji ber vê jî gavek berî gavekî ji bo aştiyê divê bê avêtin. Hemû gelên Tirkiyê divê li qadek azad û wekhev de bijî."

'Hûn nikarin mafê jiyana mirovan asteng bikin'

Rêvebera Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Emîne Gul jî bi bîr xist ku 10'ê Cotmehê de KCK'ê biryara bê çalakti îlan kir, di heman demê de di mitînga aştiya Enqerê de komkujî pêk hat û got: "Ya rastî ji alikî de komkujiya Enqerê bersivek bû ji biryara bê çalaktiyê re. Em wekî sendikayiyan bang dikin ku bi lez û bez êrîşên li ser gel bê bi dawî kirin." Emîne wiha dawî li gotina xwe anî: "Karê wan tenê siyasete, ne zarok û jin li kolanan qetil kirine. Heger pirsgirêka we hebe li meclîsê çareser bikin. Wan mirina bidin seknandin û destê xwe ji ser jiyana mirovan bikşînin. Hûn nikarin mafê jiyana mirovan asteng bikin."

(ha/rc)