Kulav bi destê jinan jîn dibe
12:11
Handan Tufan / JINHA
ÎZMÎR - Dîlek Dag bi hilberîna kulavê jiyana xwe bi rê ve dibe û got: "Di deme dawî de ji ber ku kulav û hevrîşimê bihevre yek kirine gelek popîlîst bûye. Jin gelek dixwazin vî pîşeyî hîn bibin."
Di dirokê de kulav amûrek kewnareye, ji biskên ta bi ta re Kulav tê gotin. Salên dawî de bi kişfa teknolojiya sentetik de ber petrol-kimya yê di qadên otomotîv, avahi, elektronîk hwd. de tê bikaranîn. Di deme dawî de li navçeya Tîre ya Îzmîrê bikaranina kulavê di amûrê diyarî de gelek zêde bûye. Dîlek Dag bi hilberîna kulavê jiyana xwe bi rê ve dibe û wiha qala pîşe yê xwe kir: "Di deme dawî de ji ber ku kulav û hevrîşimê bihevre yek kirine gelek kes eleqe nîşan dide. Berê tene me li gund kulavan çedikir, le belê wêga herkes distîne. Bi destê xwe şekil dide û sabûna zeytê dihelînin dirjînin ser pîşê ku kirine. Jin gelek dixwazin vî pîşeyî hîn bibin. Jin wê berdewama vê pîşe yê bînin."
'Ji bo tenduristiyê gelek başe'
Dîlek anî ziman ku gel ji kulavê haydar bûn û wiha got: "Bi taybetî jin gelek li kulavê xwedî derdikevin û gelek eleqe nîşan didin. Ji ber rêzikên kulavê havînê henike, çile jî germ dike. Ji bo tenduristiyê gelek başe. Li gorî kûmaşên din nexş kirin û boyaxkirina wê gelek hêsane."
(ha)