25 sale di konên kevin de têkoşîna jiyanê didin
09:07
Nûrcan Yalçin/ JINHA
EDENE - Li şara Tuzla bi sedan malbatên Kurd 25 salin ligel têkoşîna jiyana zehmet cotkariyê dikin. Jinên ku rojê ji 12'e saetan zêdetir dixebitin diyar kirin ku ew rojê li beramberî kedên xwe 20-25 TL distînin û li hember bê mafiya ku li hember wan tê kirin raperînê dikin.
Ji ber şer û pêvçûnên di salên 90'an de bi hezaran malbatên Kurd ji Şirnex, Sêrt, Amed û gelek herêmên din neçar man ji cih û warê xwe koçî bajarên rojavayê Tirkiyê bikin. Malbatên ku ji ber koçiyê rastî zehmetiyên mezin hatine hinek ji wan li şara Tuzla a navçeya Karataş ya Edenê bi cih bûne û di şertên zehmet de cotkariyê dikin. Malbatên ku neçar mane cotkariyê bikin di şert û mercên jiyanê û xebatê ên zehmet de dijîn. Malbatên ku bi salane di konan de dijîn rojê li beramberî kedên xwe 20-25 TL distînin.
Di mercên ne bi tendurist de têkoşîna jiyanê tê dayîn
Karkerên çandiniyê konên xwe ji naylonê çêdikin û ji bo ku ji sermê û germahiyê xwe biparêzin dora konên xwe bi qamûşan digrin. Ji ber qamûşê gelek car agir bi konên wan dikeve. Pêdiviyên malbata ên avê û ceyranê ji aliyê xwedî erdê ve tê pêşwazî kirin. Lê belê her mehê fatûra av û ceyrana ku hatî bikaranîn ji perê cotkaran tê birîn. Zarokên ku di konan de dijîn bi waseyîtê diçin dibistanê û rojên batlaneyên xwe di nava zeviyê de bi xebatê derbas dikin. Karkerên ku di konan de dijîn anîn ziman ku tu ewlehiya jiyana wan nîne û ji ber qirêjê derdor ew nexweş dikevin.
'Jiyana me di bin çewsandin û zilmê de borî'
Gûlê Yilmaz a 35 salî ku dayîka 6 zarokan e diyar kir ku ji ber zilma leşkeran ew neçar mane berî 25 salan ji Şirnexê koçî Tuzlayê bikin. Gûlê wiha got: "Dema ku em hatin vir ez hêj 10 salî bûm. Li vir mezin bûm û li vir zewicîm. Jiyana me her di konan de derbas bû. Em her karî bi xwe dikin. Xwarina me li ser agir çêdibe, cilên xwe em bi destên xwe dişon. Jiyan gelek zehmete lê em neçarin. Gundên ku em lê dimînin av û ceyranê nadin me. Carnan ji ber bi rojan av nadin me, em neçar mane ku ava qirêj a ku diherike bi karbînin. Her wiha carnan jî bi tankerê em avê tînin. Lê têra rojek me nake. Ev 25 sale min rojek xweş nedît. 25 sal bi hêsanî tê ziman. Jiyana me di bin çewsandin û zilma Tirkan de derbas bû. Ne wek cotkar wek kole em dixebitin. Bi çavê dijmin li me dinêrin."
'Rojê em beramberî kedê xwe 20-25 TL distînin'
Gûlê da zanîn ku ji ber dewletê gundê wan şewitandiye ew carek din nekarîn vegerin û wiha domkir: "Warê me gelek xweş bû, her tiştê me hebû. Em cardin dixwazin vegerin lê belê ji ber aboriya me dest nade em nikarin biçin. Em li vir cotkariyê dikin. Rojê em beramberî kedê xwe 20-25 TL distînin. Ew jî têra me nake. Warên me li gorî vir biheşte lê destûrê nadin ku em tê de bijîn. Jiyan rezîle, zarokên me li vir mezin dibin û perwerdehiya wan ne baş diçe. Ev 25 salin kes dengê me nabhîse. Ji ber vê em wiha dijîn."
'Şûna jiyanek wiha di nava şerde mirin baştire'
Ên ku çûne şara Tuzlayê ne tenê welatiyên bakûrin her wiha malbatên Rojava ne jî. Yek ji van jî Medya Abdullah a 16 saliye ku berî du salan tevî malbatê diçe Tuzlayê û cotkariyê dike. Midya anî ziman ku hêviya wê a li hember Tuzlayê şikestiye û wiha got: "Em ji ber şer revîn û hatin vir. Dema ku em revîn me nedizanî ku em biçin kur. Lê dema ku hatim vir û min dît ku mirov her roj dimrin. Jiyana ku min vir bûrand ji mirin û şer xiraptire. Em her roj neçarin kar bikin. Ji 12'e saetan zêdetir wek kole em dixebitin. Pereyên ku didin jî têra tiştek nake. Her tişt buhaye, em ê jî di demek kin de ji vir herin. Ez difikirim ku di nava şer de bimrim çêtire ji vê jiyanê."
(rc)