Hilberîna bebeka potîn li Bûka Baranê reng da
10:33
Vildan Atmaca /JINHA
WAN - Bi piştgiriya Hevşaredara Erdîşê a girtî Dîba Keskîn û peyanera jinan Atolya Jin a Bûka Baranê ku vekiribûn, bi hilberîna bebeka potîn armanc dikin ku xwe bighînin tevahî cîhanê. Leyla Kesecî diyar kir ku armanca wan ji atolya yê domkirina çanda kevnare û aboriya jinan bi rêxistin kirine.
Li navçeya Erdîşa Wanê Şaredarî girîngî dide xebatên jin û qadê aborî, civakî û çandî ji bo jinan esas digre û xebatên xwe didomîne. Li taxê Sûlî a Erdîşê di 4'ê Îlonê de Atolya Jin a Bûkê Baranê ji bo jinan hat vekirin. Jinan li atolyayê bi çêkirina bebeka potînê evîndarên herêmê Heso û Nazê, Emrah û Selvî didin jiyan kirin. Mamosteya bebeka potîn ya Atolya Jin a Bûka Baranê Leyla Kesercî diyar kir ku atolya bi piştgiriya Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn hatî vekirin û ji ber xizmeta rêvebera cewherî dike Dîba Keskîn hatiye girtin. Leyla diyar kir ku ew di serî de tevî bebeka potînd çûye ziyareta Dîba û wiha got: "Min ji Dîba Keskîn re got min xwestiye li Erdîşê qursa bebeka potîn vekim, lê çûm ber kîjan derî ew derî di rûyê min de hatiye girtin. Hevşaredar Dîba dema ku bebeka potîn di destê min de dîtin gelek şaş ma û got qey li vir ev tişt tên çêkirin hîna? Piştre Dîba anîbû ziman ku divê ev çand bê jiyan kirin û ji bo vê divê xebat bê despêkirin."
'Em ji qumaşên kevin bebeka potîn çêdikin'
Leyla destnîşan kir ku eleqeya jinan li qursê li hember bebeka potîn geleke û ne bi hişmendiya "min çêkir, ez ê bi serbikevim" kardikin û wiha got: "Bi temamî di çerçoveya hevparvekirinê de xebat tê kirin." Leyla anî ziman ku ew ji qumaşên kevin sûdê digirin û wiha domkir: "Li malê qumaş, qutî ango tulbendên kevin ên pîrkên me di sendoqan de heye. Dibe ku ji bo malbatan wateyê wan perçeyên kevin nînbe, lê belê li vir em tiştên gelek xweşik jê çêdikin."
'Bebeka potîn bi 35 û 50'î lîra tê firotin'
Leyla diyar kir ku bebeka potîn bi 35 û 50'î lîran tên firotin û wiha pêde çû: "Bi vî aweyî jin debara xwe dikin û masrefê zarokên xwe ên dibistanê pêşwazî dikin. Jin li vir dixebitin heya ku dighêjin malê bebeka potînê ku çêkirine difroşin. Ji ber zarok digrîn û dixwazin dayîk neçar dimînin û tên vir distînin. Amedekariya me heye em bebeka potîn zêde bikin û bişînin cihê turîstan."
'Em hewldidin gelek çandan bidin jîn kirin'
Leyla bi bîrxist ku di salên derbasbûyî de li şûna kûlîlkan bebeka potîn datanîn pêşiyê wesayîta bûk û zava û wiha got: "Bebeka potîn rastî eleqeyek mezin tê. Bi taybet sparîşa bûk û zava zêde dibin û herî zêde em wê çêdikin. Li Erdîşê a zêde evîndarên efsanewî Emrah û Selvî tên xwestin. Di rojên taybet de gelek tên xwestin. Em tenê bi bebeka potîn çandek nadin jîn her wiha em ên herêmên cûda cûda çêdikin. Em hewldidin bi vê yekê re jî çanda xwe jî bidin jîn kirin."
'Ez cihê ku jin tenê lê heyî hezdikim'
Aklîme Çayir a ku di qursê de cihê xwe digre wiha got: "Mehek û nîv ez li qursê dixebitim. Li şûna ku li mal vala rûnim ez li vir hînê tiştek dibim. Malbata min mezine her çiqas kêm be ez hewl didim bibim alîkar." Jina berastengdar Nerîman Yeter her roj bi armanca ziyaretê tê qursê diyar dike ku ew cihê ku jin tenê lê heyî hezdike.
(rc)