Li Efrînê berhevkirina zeytûnan didome

13:30

JINHA

EFRÎN - Jinên Efrînê ên ku rojê 12'e saetan zeytûnan berhev dikin, beşek ji wan dişînin kargehê ji bo zeytê beşê din jî ji bo zivistanê cuda dikin.

Li Kantona Efrînê ji sedî 85 jin bi xebatê jiyanê re mijûl dibin û beşek jî di nava zeviyên xwe de dixebitin. Berhevkirina zeytûnan ên zehmet ku ji aliyê jinan ve piranî tê kirin, di serî de konan li bin darê zeytûnan vedikin û zeytûnan diweşînin. Piştre jî zeytûn ji hev tên cûda kirin. Zeytûnên girs ji bo zivsitanê tên cûda kirin ên mayî hemû ji bo zeytê dişînin kargehê. Jinên Efrînê ên ku piranî demê xwe di zeviyên zeytûnan de diborînin, berî ku roj biçe ava zeytûnên ku berhevkirine dixin çewalan û bi traktorê bardikin.

Jinên Efrînê ên ku debara xwe bi zeytûnan pêk tînin, ji sedî 85 jin di zeviyan de dixebitin û bi hilberîna zeytûnan re mijûl dibin.

(rc)