Seyran Erçin bi keda destê xwe çanda kurdî dide jiyandin
09:20
Zeynep Turgut/JINHA
COLEMÊRG - Seyran Erçin a ku li Colemêrgê terzîvaniyê dike diyar kir ku ew bi keda destê xwe hem çanda kurdewariyê dide jiyandin û hem jî di aliyê aboriyê de debara xwe dike.
Jinên Colemêrgê bi keda destê xwe debara jiyana xwe dikin. Her jinek bi awayekê hewildide ji bo xwe çavkaniyek jiyanê avadike û bi wê debara jiyan xwe dike. Yek ji jinên bi destkariyê xwe dide jiyankirin jî jina bi navê Seyran Erçin ku bi salane bi karê dirunê debara jiyana xwe dike. Seyran diderbarê karê xwe û coşa ku ji kar digire de axivî.
'Jinên Colemêrgê bê kincên kurdî naçin dawetan û seyîranan'
Seyran destnîşan kir ku ew bi karê terzîvaniyê hem çanda xwe ya kurdîniyê didin jiyandin û hem jî di aliyê aboriyê de xwe rêvedibin û wiha domand: "Ez bi diruna kincên kurdi pir keyfxweşim. Ji ber ku ez bi keda destê xwe çanda kurdewariyê didim jiyandin. Belê weke her karî zoriyên vî karî jî hene, lê dema ku mirov li berhemê keda xwe dinêre kêfxweş dibe. Jinên ku tên li vêderê kincên kurdî didin dirun birastî gelek hêzê didin min. Em bi keda xwe ya dirunê hêza jinan nîşanî civakê didin. Ji ber ku jin hem karkere, hem kedkare, hem dayîke, hemû berpirsiyarî û bedewiya civakê di destê xwe de digire."
Seyran, da xuya kirin ku ew pir keyfxweşe karek bi vi rengi dike û wiha berdewam kir; "Ez, serê sibê zu radibim, heya saet 7'ê şevê li vir kincên kurdi di dirum. Lê belê em westandina xwe nabînin, ji ber ku eleqeyek gelek mezin li hember kincên kurdî heye. Li Colemêrgê, ger kincên kurdi nebin dayikên me, xwişkên me, naçin ne seyranan ne jî dewetan. Ji ber ku çanda mirov hebuna mirove. Ji ber vê yekê ji ez bi durina cil û bergên kurdî hem çanda Kurdistanê didim jiyandin, hem ji keda jinê ji civakê re didim zanîn. Ez di wê baweriyê de me ku jin, li her deverê jiyanê li hemberi hemû astengiyan û zehmetiyan têdikoşe, her qadên jiyanê bi rengê jinan xweşik dibe. Ez bi nukirin û çanda Kurdistanê pir keyfxweşim."
(zyd/zt)