Dilan Yakut: Emê ji Mobingan re bêjin 'bese'

09:16

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Hevseroka Şaxa Buroya Kedkarên Sendîkayên Amedê Dilan Yakut di jiyana kar de zêdebûna mobîngan nirxand û got: "Emê xebatkar li hemberî zagonên tindiyê, hefarî, bêkarî, teşeronkarî, bê ewlehiyê û mobingan re bêjin 'bese.'"

Li Tirkiyê ser karkerên sendîkayan tindî berdewam dike. Hevseroka Şaxa Buroya Kedkarên Sendîkayên Amedê Dilan Yakut di jiyana kar de mobing nirxand û wiha got: "Mobing hevkariya kar di jiyana mirovan de kêm dike û baweriya mirovan bihev kêm dike, hestên tirsê, şermê, hêrsbûn û metirsiyê bimirovan re zêde dike."

'Emê li heberî mobingan bêdeng nemînin'

Dilan destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ser karkeran rêbazên hinşê mirovan negire dide xebitandin û wiha domand: "Li cihên kar ser karkeran mobing tê sepandin. Tehmûla deshilatiya siyasî li hember endamên KESK'ê nîne. Emê weke sendîka li hemberî van sepandinan bêdeng nemînin. Di vêpêvajoyê de ser kedkarên raya giştî tindî tê meşandin ji bo bibin mehmurên AKP'ê. Deshilatî hemû mafî dide yên nêzî xwe. Endamên KESK'ê jî rastî hemû cureyên tindiyan tên."

Dilan wiha berdewam kir: "Emê li hemberî mobing û hemû cureyên tindiyê tekoşîna xwe bilind bikin. Emê daxwazên xwe yên aştî û bi hev re jiyankirina gelan berdewam bikin û di aliyê rastiyê de karê sendîkayên xwe berdewam bikin. "Emê xebatkar li hemberî zagonên tindiyê, hefarî, bêkarî, teşeronkarî, bê ewlehiyê û mobingan re bêjin 'bese.' Emê li hemberî şer aştî, li hemberî newekheviyê wekhevî, li hember bêdadiyê dad, li hember şovenîzmê wekhevî û li hember hejariyê weke mirovan jiyan kirinê tekoşînê bikin."

(zt)