Jinên Colemêrgê rengên berikan ji xwezayê çêdikin

09:54

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê yên di Atolyeya Berikan de dixebitin diyar kirin ku ew hemû ta, dermanê rengkirinê û heya qedandina berikan hemûyê xwezayî çêdikin.

Li Taxa Medrese ya Colemêrgê di Atolyeya Berikan de 16 jin dixebitin. Jinên karê berikan dikin hem çanda civakî didin jiyandin û hem jî bi keda destê xwe di aliyê aboriyê de mala xwe birêve dibin. Ji jinên di atolyayê de dixebitin Leyla Sonmez a 18 salî destnîşan kir ku karê wan zore lê bi heskirin karê xwe dikin û wiha domand: "Em serê sibê seat 08,00'an tên li vir heya şevê seat 6'an dixebitin. Birastî karek pir zehmete ango karê barik çêkirinê karek kedê ye. Em hem ji bo çêkirina berikan kedê didin hem jî çanda Kurdistanê ji nû ve didin jiyandin. Ji ber wê jî em karê xwe keyfxweşin. Em 15 jin dixebitin, em jiyanek komunal ji rê ve dibin ango bi parvekirina çandeki jiyanek komunal derdikeve holê."

Sarya Erkaya jî anî ziman ku ew bi mijulbuna vi kari hem, çandê didin jiyandin hem jî bi keda destê xwe debara xwe dikin û got: "Em destpêkê rengê tayên xwe ji dermanên xwezayi yên weke qalikên hinaran, guzan û kulilka agirukê çêdikin. Piştî ku me ava xweya rengan çêdikin tayê xwe di mencelekê de hefteyekê di nava wê avê de dihêlin ji bo ku reng bigire. Em wan tayên renga reng dikin berik. Her mehê carekê em berikekê diqedînin, em bi zoriyek mezin berikan çêdikin ji ber her tiştî em bi xwe çêdikin. Ciwan bi heskirin berê xwe dide van karan. Piraniya berikên me li Ewrupayê tên firotin."

(zyd/zt)