Çend kes di ferqa kedê çêkirina tirşa hinarê de ye
09:37
Handan Tufan/JINHA
ÎZMÎR - Jinên Derekoyê ên ku berhemên tirşa hinarê bi titîziyek mezin çêdikin, ji ber ku beramberî kedê destê xwe nastînin bi xemin. Jinan dibêjin, "Çend kes di ferqa kedê çêkirina tirşa hinarê de ne."
Jinên gundê Derekoyê a girêdayî navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê jiyanek hevpar avakirine. Jin berhemên demsalê berhev dikin û debarê xwe pê dikin. Di mehên payîzê de jin hinarên ku gihêştine dikin tirşa hinarê. Hinarê ku jinên gund li hev dicivîne dibe sedema parvekirin û xebatê komînal.
'Jinên gund çêdikin'
Mukadder Turkebay diyar kir her payîz ev 30 sale vî karî dike û qala kedê çêkirina tirşa hinarê kir. Mudadder da zanîn ku ew hinar ji darê berhev dikin û wiha domand: "Berhevkirina hinaran karek zehmete. Piştre em dişkînin û ji qalikê wê paqij dikin. Duvre em avê wê derdixin û dikelînin. Piştre jî em dixin şûşeyan û difroşin. Ji bo tenduristî jî gelek baş tê. Jinên gund bi hevre vê çêdikin."
'Pêvajoyek a kedê ye'
Nagîhan Koçak jî wiha got: "Karê herî zehmet berhevkirina hinarane. Piştî em hinaran berhev dikin, tevahî jinên gund em li hev dicivin û libê hinarê derdixin. Ji ber hem her rûniştî dixebitin, pişta me dêşe. Pêvajoyek a kedê ye. Bi alîkarî dayîna hev em dixebitin. Em hem difroşin hem jî dikin diyarî ji xizmên xwe re."
'Tirşa hinarê tenê yek ji vane'
Nagîhan destnîşan kir ku kedê jin nayê dîtin û wiha pêde çû: "Çend kes dizane ku ev kar çiqas zehmetiya wê heye? Çend kes di ferqa kedê me de ye? Ji hatina ba hev û rêvebirina vî karî re kêfa me tê. Lê belê ketina ferqa vî kedî de girînge. Her tiştên ku hûn vedixun û dixwin bi kedê jin pêk tê. Tirşa hinarê tenê yek ji vê kedê ye. Her demsal em tiştek din çêdikin."
(rc)