Jinên serhildêr ên Karadenîzê di demsala berhevkirina çayê de ne....

09:10

JINHA

ARTVÎN - Jinên ku li Karadenîzê çay berhevdikin... Jinên ku di temenê bi çûk de hînê berhevkirina çayê dibin diyar kirin ku ew bûne pisporê vî karî lê heqê destê wan ji aliyê mêr ve tê birin. Jinan dan zanîn ku niha rewş hatiye guhertin jin kêmbe jî êdî xwedî li kedê xwe dertên.

Jinên Karadenîzê wek xwezayê wê serhildêr û bi heybetin... Carnan di nava zeviyên çayê de carnan li ber findiqan û carnan jî di nava rîşikê gilgilî de hûn rastî jinan tê. Jinên Karadenîzê ên ku pêşenga jiyana aboriyê dikin, kedê wan tê veşartin. Rastiya biryarbûnê û serhişkbûna wan di rûyê wan de bi hêsanî mirov dikare bibîne. Jin di zeviyan de bi kedên mezin çay berhev dikin, mêr jî li qehwexanê bi saetan ser perê çayê jiyan dikin. Ji ber vê jin çek hilnade ser milên xwe. Dema ku çayê berhevdikin ji bo ku parastinê wan bikin... Li navçeya Hopa Artvînê di encama polîtîkayên dewletê ên rantê de gelek car lehî rabûye û di encamê de debarê jiyana Karadenîzê a ku ji zeviyên çayê tê pêşwazî kirin hatin tune kirin û gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Dervî zehmetiyên berhevkirina çayê, pisporên vî karî jin qala vê pêvajoyê kirin. Li gundê Başoba a Hopa yê Fatma Çînkaya diyar kir ku ew ji 13'e saliyê xwe çay berhev dike. Fatma behsa berhevkirina çayê kir û wiha got: "Serê sibê di saet 4'an de em ji bo berhevkirina çayê ji xew hişyar dibin û heya saet 6'ê êvarê em dixebitin. Ji ber ku zevî di qontarê çiyayên asê de ye gelek car em derfet nabînin ku xwarinê bixwin. Li ser piyan em xarinê dixwin û berhevkirina çayê didomînin. Ji ber wesayît nayê vir em çûvalan bi pişta xwe bardikin û 2,3'ê km rêve diçin."

'Pereyê ku tê qezenç kirin, mêrê mal li hev parvedikir'

Fatma da zanîn ku piraniya jinên herêmê ji ber karê zehmet fetqoyî bûne û wiha domand: "Hemû kar li ser piştê me rêvediçe. Lê belê cardin em beramberî kedê xwe distînin. Pereyê ku tê qezenç kirin, mêrê mal li hev parvedikir. Lê niha rewş cûda bûye. Nifşên nû hem jin hem jî mêr bi hevre çayê berhev dikin û bi vî aweyî her kes mafê xwe distîne." Fatma destnîşan kir ku jinên Karadenîzê bi demê re xwe di polîtîka de pêşxistine û got ku, polîtîkbûyîn bi xwere azadiya aboriyê jî tîne.

'Em zehmetî dikêşin ew jî tamê wê derdixin'

Neşe Akbiyika 47 salî ya ku li taxa Kemalpaşa ya Hopê jiyan dike, yek ji jinên ku di temena xwe ya biçûk de dest bi berhevkirina çayê kiriye. Neşe behsa pêvajoya ku dewlet dema qedexe danîbû ku bi meqesê çayê berhevbikin û wiha pêde çû: "Em li maqesan digerîn. Li vir jin 3 ango 4 qatan ji mêr zêdetir dixebitin. Mêr li qehexanê rûdinin lê perê çayê dikeve berîkê wan. Em zehmetî dikêşin ew jî tamê wê derdixin. Neşe da zanîn ku jin bi karê zevî, baxçe û çandiniyê re mijûl dibe û wiha dawî li got: "Tiştê ku bi salane hînbûme: bi guhertina jinan re mêr tengav dibe. Mêr jî êdî tevlî kar dibin lê pisporê vî karî jinin. Li min binêre qet diyar dibe ku temenê min 47 saliye. Em wek jinên bajarî neman. Em xebitîn, me zarok anî û mal nêrî. Ji ber vê em pîrbûn."

(rc)