Li Dîlokê destên ku fistiqan dişkîne

11:33

Piroz Zırıg /JINHA

DÎLOK - Zarokên ku ji bo mafa rafên dibistanê xwe derxin fistiqan dişkînin û bivê rengê dixwazin pêwistiyên xwe yên dibistanê bi dest bixin. Ev jî cardin pergala perwerdehiya Tirkiyê radixe ber çavan. Zarokên serê turîka 25 kilo bi 8 baqnotan dişkînin di heman demê de pêwistiya dibistana xuşka xwe jî bi cih tîne.

Ji bo ku em rewşa perwerdehiya li Tirkiyê fêr bibin pêwist nake ku nêrîna mamosteyek an jî perwîrdarekî bistînin. Dema ku em li kolanan bigerin û zarokên ji bo pêywîrên xwe yên dibistanê çawa dixebitin em ê rewşa perwerdehiyê bibînin. Bi hezaran zarok ji bo pêwistiyên xwe yên dibistanê bi cih bînin li kolanan an destmal difiroşin an jî camên wesaîtan paqîj dikin. Zarokên ku ji bo ji malabata xwe re nebin giranî di temenê xwe ya biçûk de dest bi kar dikin û pêwistiyên xwe bi dest dixin. Du xuşkên bi navê Leyla (12) û Fatma (14) ên ku ji bo pêwistiyên xwe yên dibistanê bidest bixin li ser avahiyên xwe fistiqan dişkînin. Leyla û Fatma turika fistiqan ya 25 kilo ji serê sibê heya êvarê tenê bi 8 baknotan dişkînin.

Leyla Sokmen ê ku destên wê diêşe diyar kir ku ev 5 sal e her roj vê karê dikin û wiha got: "Ez û kuşka xwe bi salan e ku vê karê dikin. Em her roj piştî ji dibistanê dertên tên mal û fistiqan dişkînin. Em bi hev karî karên xwe dikin. Ez diçim palo 5'an mamoste her roj daxwaza tiştan dike. Lê rewşa malbata min ne baş e û nikare pêdiviyên me bi cih bîne. Em ji bo barê malbatê sivik bikin fistiqan dişkînin."

'Dema ku gramek jê kêm be xwedî ji pereya me dibire'

Fatma Sokmen(14) ê ku naçe dibistanê û ji bo alikarê bide xuşka xwe jî fistiqan dişkîne jî ev tişt got: "Ez naçim dibistanê lê ji bo xweşka xwe ez alikariyê didime û her roj di serê sibê de bi jinên taxê re dest bi şikandina fistiqan dikim. Bi salan e ku em vê karê dikin û heya niha me qet devê xwe nedayê fistiqan û em nikarin bixin. Ji ber ku dema giramek jî jê kêm be xwedî ji pereyê me dibire."

Fatma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di nav jiyanek zor û hezmet de mezin dibin.

(ho/rc)