'Çiqas kedkar xizan bibin civak jî pêre xizan dibin'

09:53

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Serokê Sendîkaya Piştevaniya Kedkaran Mahînur Şahbaz got: "Çiqas kedkar xizan bibin civak jî pêre xizan dibin. Ewlehiya pîrbûnê divê bi mafê kedê karkeran bê parastin. Divê reforma ewlehiya civakî bê betal kirin. Ji ber ku reform mafên bi destketî paşve dibe û adeleta civakî lewaz dike. Ewlehiya tu kedkar li Tirkiyê tune ye."

Li Tirkiyê mafê kedkaran tê dagirkirin. Kedkarên ku bi salane ked dane û di dawiyê de teqawid bûne rastî gelek zehmetiyan tên. Ewlehiya kesên teqewid bûne nemaye. Seroka Sendîkaya Piştevaniya Kedkaran Mahînur Şahbaz diyar kir ku ji bo ked û piştevaniya kedkaran dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha behsa riyên çareseriyê kir.

'Kedkar wek bar hatin dîtin û pirsgirêk mezinbû'

Mahînur destnîşan kir ku pirsgirêkên kedkaran ên jiyanî zêde dibin û wiha got: "Kedkar bi salane di sektorên cuda de di bin mercên giran de dijîn. Di pêvajoyên ku dijiyan de dê mafê ewlehî û tenduristiyê standibana. Lê belê ji ber pêkanîna sermaye pirsgirêk kurtir bû." Mahînur da zanîn ku di sala 2008'an de bi zagonek mafê kedkaran ji ne dîtî ve hat dîtin û wiha domand: "Bi vê zagonê re ewlehiya civakî hat xwemalîkirin û kedkar êdî weke bar hatin dîtin." Mahînur behsa avakirina Sendîkaya Piştevaniya Kedkaran kir û wiha pêde çû: "Teqewid perçeyek ji çîna karkeran pêk tê. Desthilatdarî sermayê welêt bi awayên cûda bikartîne û karkerên teqewid tune dihesibîne. Riyê têkoşîna teqewidan û kedkaran bi sendîkabûyînê re mûmkine."

'Ser riya rastiyê têkoşîna me mezin dibe'

Mahînur wiha pêde çû: "Cihê me a kar nîne, li qadên jiyanê em xwe bi rêxistin dikin. Me mafê xwe yên netewî û navneteweyî bikaranî. Em maf û azadî esas digrin. Lê civak tê xizan kirin. Çiqas kedkar xizan bibin civak jî pêre xizan dibin. Berê me mihaniya xwe bi zarokên xwere parve dikir, lê niha ne wisane. Ewlehiya pîrbûnê divê bi mafê kedê karkeran bê parastin. Divê reforma ewlehiya civakî bê betal kirin. Ji ber ku reform mafên bi destketî paşve dibe û adeleta civakî lewaz dike."

'Pirsgirêka kesên teqewidbûyî divê wîjdanan aciz bike'

Mahînur diyar kir ku bi xwemalî kirina mala aramiyê re, aboriya pîrbûna avadibe û wiha domand: "Divê dest ji van polîtîkayan bên berdan. Li teqewidên nexweş nayên nêrîn. Divê dewlet pirsgirêkê kesên teqewid bûyî çareser bike. Pirsgirêkê kesên teqewidbûyî divê wijdanan aciz bike. Divê malên aramî û hêjmara malên xizmetê bên zêde kirin. Pêwîste di çerçoveya mafê Rêxistina Tenduristî a Cîhanî pirsgirêk bên çareser kirin. Ev pirsgirêk pirsgirêka me hemûyane. Em dixwazin nêrînek cûda avabikin. Kesên ku mezinên xwe biçûk dibînin, dê pêşeroja xwe jî nebîne."

(rc)