Şaredariya Erdîşê 'bi kedê' re jinan tîne ba hev
08:40
JINHA
WAN - Şaredariya Erdîşê xebata jinan li dora kedê civandinê berdewam dike. Jin li Atolaya Ked a Jinan qursa hunerê dest û makîneyên neqişa dibînin û perwerdê vediguherînin kedê. Nîhayet Çelîk diyar kir ku armanca wan ne tenê pere qezenç kirine, di heman demê de bi jinan pîşe dayîna qezenç kirine û di warê civakî û aborî de pêşxistine.
Şaredariya Erdîşê di qada civakî, çandî û aborî de, ji bo jinan qadê xebatê vedike û xebatên xwe didomîne. Şaredariya ku berî niha li Taxa Sulî Atolya Bebeka Potîn vekiribû, niha li Taxa Tokîya Jorîn "Atolya Ked a Jinan" vekir û jinan bi kedê re tîne ba hev. Xebata ku bi pêşengiya Şaredarî û Îş-Kurê hatî amede kirin qursa hunerê dest û makîneyên neqişa hînê jinan tê kirin. Di qursa ku 25 jin perwerde têde dibînin de, tiştên sûsê, hunerên destan, aksesuar û hwd..gelek xebat tên meşandin.
'Armanca me jin di qada civakî û aborî de pêşxistine'
Perwerdevana qursê Nîhayet Çelîk da zanîn ku armanca wan jin di qadê civakî û aborî de bi hêzkirine. Nîhayet anî ziman ku ew di heman demê de dixwazin pîşe bi jin bidin qezenç kirin û wiha got: "Em bi jinan re wek malbat dicivin û xebatê nîşanî wan dikin. Jin di demek kurt de hînê xebatê bûn. Armanca me ne tenê bazirganiye, di heman demê de pîşe bi jin dayîna qezenç kirine ku di qadê civakî û aborî de bi hêztir tevlî bibin." Nîhayet bi lêvkir ku dê qurs şeş heyv berdewam bike û got ku eleqeyek mezin a jinan heye.
Gerînenda Polîtîkayên Jin a Şarderaya Erdîşê Ayşe Çîftçî derbarê xebatê de wiha axivî: "Em dixwazin xebatê jin li Erdîşê aktîf bibe û xebatê me di vê çerçoveyê de didome. Ji girtina personelan heya xebatên din em hewldidin li hemû navendan jin bi cih bikin. Vekirina atolayê jî bi vê armancê ve girêdaye. Di vê mijarê de bê guman kedê Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn zêde ye."
(rc)