'Jin divê hilberînê bikin û li hember zehmetiyan pes nekin'
09:33
JINHA
AMED - Jinên esnaf diyar kirin ku divê jin di nava hilberînê de cih bigre û hilberînê bi xwe biafirînin. Jinan anîn ziman ku li hember zehmetiyên jiyanê divê jin têbikoşe û dev ji têkoşîna xwe bernede.
Li Taxa Şehşamîl ya navçeya Rezana Amedê Revşan Çelîk û Ferîde Çeçen a ku li dikanê xwe hilberînê dikin bi lêvkirin ku divê jin cihê xwe di nava hilberînê de bi aweyek aktîf bigre. Ferîde anî ziman ku gelek jin bi kedên xwe tendûrê çêdikin û barê çêkirina nan sivik dikin û wiha got: "Divê jin cihê xwe di nava hilberînê de bigre." Ferîde destnîşan kir ku jinên ciwan û pîr divê li hember zor û zehmetiyên jiyanê têbikoşin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Ferîde diyar kir ku divê jin ji xwe bawer bibin û wiha got: "Li taxê bi piştgiriya 50'î mal me 5 tendûrê nan çêkir. Dema ku me ji mal re nan çêdikir me zehmetî dikêşa. Her kes naçe û ji firinê nan nastîne, ji ber vê me tendûr çêkirin." Ferîde anî ziman ku divê jin pêdiviyên xwe ên jiyanê pêşwazî bi xwe pêşwazî bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema ku tendûrên me xirap dibin em bi xwe çêdikin, pêdiviya me bi kesek nîne. Divê jin afrîneriya xwe biparêze."
'Di civaka desthilatdar de divê em bi hêz li ser piyan bisekinin'
Revşan Çelîk jî bilêvkir ku divê jin di civaka desthilatdar de bi hêz li ser piyan bisekinin û wiha domand: "Bavê min ne dixebitî û di warê debarê de me zehmetî dikêşand. Me ji dayîka xwe re digot divê em tiştek bikin û li ser vê yekê me dikanek a ku hilberîna cilan dikin vekir." Revşan da zanîn ku ew berî 4 salan bi hevesek mezin dest bi kar kiriye û got ku li gel karê dikanê ew bi karên din re jî mijûl dibe û wiha pêde çû: "Dema di serî de me got em ê karek wiha bikin, bavê min xwest bibe asteng. Ji ber zîhniyeta kevneşopiya civakê gumanan jiyan dikir. Lê me dev ji têkoşîna xwe berneda û bi serbilindiyek mezin me dest bi kar kir."
'Jin çiqas li berxwe bidin mêr dê bê deng bibin'
Rewşan da zanîn ku jin çiqas bê deng bimîne ji aliyê mêr ve dê her bê biçûk xistin û wiha pêde çû: "Jin çiqas li berxwe bidin mêr dê bê deng bimînin û dê rengê jin derkeve holê. Li hember bavê xwe me li berxweda û em bi serketin. Gelek jin piştî me cihên kar vekirin û dest bi xebatê kirin. Divê jin piştgirî bidin aboriya malê."
(rc)