Li Altindag jin amadekariyên zivistanê dikin

09:07

Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Li Altindag a Enqerê cihê ku feqîr lê bicîh bûne amadekariyên zivistanê. Kurdistaniyên koçkirine hatine Enqerê kevneşopiyên xwe yên xwarinê jî bi xwe re anîne.

Li Altindag a Enqerê amadekariyên zivistanê. Li navçeya ku piranî welatiyên ji Kurdistanê koçkirine lê dijîn kevneşopiyên xwe bi xwe re anîne li wê didin jiyandin. Havînan diçin memleketê xwe tiştên weke tuk, goz û dibsê berhev dikin. Zivistanan jî di mal de tiştên weke salça, turşu û belkan berhevdikin.

Zeynep Urak a 38 salî li Altindagê dijî diyar kir ku berî 8 salan wan ji Mêrdînê koçî Enqerê kirine. Zeynep anî ziman ku ji bo debara xwe wan li Enqerê gelek zorî dîtine û wiha domand: "Li Mêrdînê me dibis û bastîqên bi gozan çêdikirin. Li Enqerê ez tenê dikarim tiştên weke salça û turşuyê çêkim. Em amadekariyên zivistanê bi xwe dikin. Em pir naçin market û bazaran."

Aygul Yildiz jî da zanîn ku ew ji Stewra Mêrdînê hatine Enqerê û wiha axivî: "Em li taxa Gecekonduyê dijîn. Li vêderê zivistan gelek giran derbas dibe. Hem jî ji ber nebûna derfetên kirîn û firotinê em hîna zu dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Em bacanê reş û îsotan hişkdikin, cardin tirşî û salçê çêdikin."

(zt)