Li Colemêrgê xwaringeha jinan
09:00
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jin di xwaringeha bi navê 'Xwarinên Gelerî û Dîwana Taştê ya Jinan' de xwarinên herêma Colemêrgê yên kevnare amade dikin. Hostaya xwaringehê Aysel Can diyar kir ku ew 5 jin di nava xwaringehê de dixebitin û her yek ji wan rengê xwe dide xwaringehê.
Li Colemêrgê jinan xwaringeha bi navê xwarinên "Xwarinên Gelerî û Dîwana Taştê ya Jinan" vekirin. Di xwaringehê de 5 jin dixebitin. Di xwaringehê de xwarinên herêma Colemêrgê yên gelerî bi destê jinan tamek xweş dide. Di xwaringehê de xwarinên herêma Colemêrgê yên weke keledoş, kutilik, û gelek cureyên taştê tên amadekirin. Hostaya xwaringehê Aysel Can di derbarê amadekirina xarinên herêma Colemêrgê û sedema vekirina xwaringehek wiha de axivî.
'Em ji hev hêz û moral digirin'
Aysel diyar kir ku ew kedek komunal a jinan xarinên herêma Colemêrgê pêşkêşî welatiyan dikin û wiha domand: "Em 5 jin di xwaringehê de dixebitin. Ev 5 sale ez vî karî dikim. Her karek li gora xwe zoriyên xwe jî hene. Bêguman em jî li gorî karê xwe zoriyên dibînin hene, lê ji ber ku em li gorî dilê welatiyan xwarinên herêma Colemêrgê yên kevin amade dikin û pêşkêşî wan dikin êdî zoriyên me li ber çavê me nayê dîtin."
Aysel bilêv kir ku ew dixwazin jin di hemû qadên jiyanê de hêz û rengê xwe bidin nîşandan û wiha berdewam kir: "Em dixwazin hemû jin di nava hemû qadên jiyanê de hêz û rengê xwe bidin nîşandan. Dema ku jin di nava hemû qadên civakî de cihê xwe bigirin dê wê demê asta civakê jî bilind bibe. Ji bo wê jî divê hemû jin alîkariyê bidin hev û hev bikêşin nava qadên jiyana civakî. Ez di wê baweriyê deme ku çî karê jin bixwazin dikarin biserbixin. Em li vêderê jî bi hevgirtina hêz û rengê jinan 5 jin dixebitin. Em ji hev hêz û moral digirin. Her yek ji me rengekê dide vê xwaringehê."
(zyd/zt)