Li Colemêrgê nanê tenurê yê bitam
09:08
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê çanda nanê tenurê û li ser tenurê suhbetên jinan xwediyê dîrokek gelek kevnareye. Aydê Temel jî salên demdirêje nanê tenurê dipêje. Aydê diyar kir ku ew li ber tenuran li gel nan pehtinê karên xwe yên dest û sohbetê jî dikin.
Li Colemêrgê nanê tenûrê ji kevneşopiyek dîroka pir kevnare tê. Tenur li gorî demsalan tên amadekirin. Tenurên havînan ser erdêne û derdora wê vekiriye, tayîbetî jî pîştî nîvro ber êvarê jinên taxê ser tenurê kom dibin yek nan dipêje yên dinê jî dest bi sohbetê dikin. Heya tarî dikeve erdê sohbetên jinan ser tenurê berdewam dikin. Zivistanan ji ber hewaya Zagrosan gelek sare ew serma bandora xwe li tenuran jî dike. Tenurên zivistanê dibinê axê denin ji bo zu sar nebin derdora wê jî girtiye û ser wê jî avakiriye. Ser tenuran weke kol çêdikin û cardin dîwana jinan ser berdewam dike. Jin vêcarê dibin wan keprên ser tenurê hatî çêkirin de kom dibin û cardin bi heman şêweyî li gel nan pehtinê sohbetên xwe jî berdewam dikin. Ji bo wê jî çanda tenuran li Colemêrgê bi qasî kevnariya xwe civakiye û bi komî jin li ser tenuran dicivin. Jin li ser tenuran rojevê dişopînin, karê xweyê dest dikin û alîkariyê didin hev.
Ji jinên Colemêrgê Aydê Temel a 65 salî bi wê çanda ser tenurê mezin bûye û jiyana xwe derbas kiriye. Aydê destnîşan kir ku ew qet nanê kiriyarî naxwin û wiha domand: "Tevahî temenê xwe min bi keda destê xwe jiyana xwe derbaskiriye. Ez niha jî nan dipêjim ser tenurê, qet nanê kirînê naxwim. Em jin li dora tenurê kom dibin bi saetan sohbet dikin. Ew demê em ser tenurê derbas dikin em li ti deverên dinê bi hev re derbas nakin. Çend hevîr tê pehtin hîna emê li ser tenurê. Em karê xwe yê dest ên weke teşî û goreyan jî dibin ser tenurê çêdikin. Di wê navberê de em alîkariya hev jî dikin. Zivistane ji bo tenur zu sar nebe em alîkariya hev dikin nan li tenurê dixin û derdixin."
(zyd/zt)