Li hember Fabrikasyonan keda destê jinan
09:07
JINHA
WAN - Bi salane keda destê jinan li hember hilberînên fabrikasyonan li ber xwe didin. Jinên Wanê diyar kirin ku ew bi hunera destê xwe debara mala xwe dikin.
Jinên Wanê ji tiştên bi destê xwe çêdikin debara mala xwe dikin. Jin bi hunera destê xwe tiştên çêdikin li hember fabrikasyon û endustiriyê li ber xwe didin. Di bazarê de eleqeyek mezin nîşanî tiştên bi destan tên çêkirin tê dayîn. Saliha diyar kir ku wê dikanek vekiriye, li wê keda destê jinan pêşkêş dike û wiha domand: "Her serê sibê bi xwe derê dikana xwe vekirin aramiyê dide min. Ez dizanim ku ez karekê dikim ji bo debara jiyana xwe. Di hindirê dikanê de piranî tiştên bi keda destê jinan tên çêkirin ez pêşkêş dikim. Herî zêde jî tiştên bi dest tên çêkirin rastî eleqeyek mezin tên. Bila jin hemû navendên kar ên ayîdê xwe ne vekin."
'Jin her dem hilberîn karin'
Safiye Kurt jî anî ziman ku ew keda dest a ji dayîka wê mayî berdewam dike û wiha berdewam kir: "Di taxa ku lê dijîm de cihê karê min heye. Ev 7 salin ez di wî cihê kar de dixebitim. 4,5 salan min di navenda gel de min perwerde da. Min êdî dikana xwe ya nava taxê girtiye ji ber ku li vêderê ez dahatek zêdetir digirim, min navend hilbijartiye. Em hewildidin tiştên berê ji dayîkên me mayî karên dest em didin jiyandin û berdewam kirin. Jin her demê hilberînkarin. Li Tirkiyê dê çî bê serê me, em nizanin, ji bo wê jî divê em hînî bi xwe li ser lingê xwe sekinandinê bibin."
(zt)