Mêtîngeriyek din a keda jinê: Karkeriya Fasonê

09:23

Handan Tufan / JINHA

İZMİR - Jinên karkeriya Fasonê dikin diyar kirin ku navek din ê mêtîngeriya keda jinan karkeriya Fason ê ye û wiha gotin, "Dahata ku em li cihê karkeriya xwe digirin pereyê benîşekêye. Heya çavê me kor dibe em di xebitin, pereyê ku em digirin jî zark jî pê qayîl nabin. Yên kar didin me jî di ferqa vêdenin."

Jin li malê, kolanan, cihê kar û her deverê rastî mêtîngeriya kedê tên. Jinên ku bi qasî kedê didin dahatê nagirin, keda wan jî ti carî li ber çavan nayê dîtin. Herî zêde jî jinên di tekstîlan û karên paqijiyê de dixebitin rastî mêtîngeriya kedê tên.

'Bêdadî nêz dibin'

Fatma Onder a ku karkeriya Fasonê dike diyar kir ku heya niha wê gelek karên dinê kiriye û wiha domand: "Em bi şev û roj dixebitin. Li hemberî wê jî em 50 TL yan digirin. Di dema kar de ne ez dikarim li zarokên xwe binêrim ne jî li mala xwe. Carnan zarok di hemêza min de ez kar dikim. Ji ber ku pêdiviya jinan heye kar dikin. Xwediyê kar jî di ferqa vêdene. Ew 50 TL didin me, lê bi xwe 200 TL yan digirin. Mêtîngeriya kedê bê hesabe. Bi giştî kinc bibuhane. Bi bêdadî nêz dibin. Mêtîngeriya kedê dikin û mafê me nadin me."

'Xwediyê kar jî di ferqêdene'

Emine Akgun jî wiha axivî: "Em di ferqa keda xwe û dahata li cihê wê digirin denin. Lê em nikarin ji mala xwe derkevin. Li aliyekê zarok li aliyê dinê jî ked nava malê me hepis dike. Em berhemê keda xwe nagirin. Perê ku em digirin buhayê benîşte. Heya çavên me kor dibe, em dixebitin, lê pereyê digirîn jî zarok jî pê şanabin. Lê ji ber pêdiviya me pê heye em dikin. Xwediyê kar jî di ferqa vêdenin. Ji tinebûnê çêtire."

'Jiyan ne ya meye!'

Hanife Onder jî got: "Hemû jinên taxê vî karî dikin. 35 TL yan didin me. Em berdêla keda xwe nagirin. Em şev û roja xwe didin vî karî. Em hem karê malê dikin û li zarokan jî dinêrin, hemû ji bo me giran tê lê ji neçarî em vî karî dikin. Ji xwe jiyana me me ayîdê meye."

Hacire Taybogan jî anî ziman ku el gel zarokên xwe wî karî dike û wiha domand: "Ez bi têra xwe tişt dibim malê û li gel zarokên xwe dikim. Em berdêla keda xwe nagirin. Ji xwe karkeriya Fasonê wihaye. Bi zanebûn vî karî dike. Dizane pêdiviya me heye. Ji bo wê vî karî bi vê dahata kêm dide pêşiya me. Bi rojan em dixebitin, 2-3 quruşan didin me, emê bi wê çi kin. Pişt û çavê me diêşe. Carnan ez ji razayî ve kar dikim. Di dawiyê de min hêla. Ji ber êdî min nedikarî bikim."

(zt)