Jina esnaf a Îzmîrê: Me berê rû û hêviyê xwe da aştiyê

09:09

JINHA

ÎZMÎR - Ozlem Yildiz Cunduz li Îzmîrê bi dikana xwe yê aksesuwar û cilan balê mirovan dikêşe. Ozlema ku 15 salan e dikanê dide xebitandin diyar kir ku ew rû û hêviya xwe daye aştiyê.

Di serdemek ku mirov xwedî hêza hilberînê wenda kiriye de, êdî hêdî hêdî li hember afrandinê jî biyanî dibe. Ligel kargehên mezin ên ku dixwazin mirov ji afrandin û hilberînê dûrbixin, kolebikin, kesên ku bi hêzên xwe li hember pergalê li berxwedidin û jiyan dikin jî heye. Îzmîr jî di vê mijarê de ji tevahî cîhanê ne bê pare. Ozlem Yildiz Cunduz a ku li Îzmîrê bi dikana xwe yê aksesuwar û cilan têkoşîn li hember kargehên mezin û pergalê dide ev 15'e salin esnaftiyê dike.

Ozlem piştî dibe hemşîre tayîna wê dertê ji Amasya koçî Îzmîrê dike. Ozlem di nava şertên giran de hemşîretiyê dike, piştre îstîfayê xwe dide û li ser Riya Sevgî dest bi firotina aksesuwaran dike. Jiyana xwendekarî û hemşîretiyê bi destpêkirina esnaftiyê bi dawî dibe. Ozlem a ku li Xana Keçên Axa bi salan esnaftiyê dike, xwedanê mal bê agahiya wê dikkanê difroşe. Ozlem bi van hevokan qala vê rewşê dike: "Nivîsek ji min re hat û gotin divê di nava mehek de dikanê valabikî. Dema ku min wir bi kirê kiribû, min gelek pere dabû. Dikanê ku min esnaftiya wê bi salan dikir, bê agahiya min hat firotin, ev rewş bandorek giran li ser min çêkir. Li cihek din min vekir, karê min rêve neçû, xûşkê min alîkarî da min lê nebû. Cardin min li nêzî Xana Keçên Axa cihek li gorî xwe sitand."

'Li wir şerek gerim tê jîn, lê bandorek sivik li vir pêk tê'

Ozlema ku eşyayên wek tentene, qenewîçan çêdike da zanîn ku ew dixwaze di navbera berhemên dîrokî û yên nûde ahangiyek çêbike. Ozlem destnîşan kir ku atmosfera ku welat dijî bandorek mezin li esnafan dike û wiha got: "Li Îzmîrê wek jinek jiyan kirin, li gorî welatên Rojhilata Navîn Tirkiyê hîn çêtire. Nêrîna ji esnafên jin re jî wiha li Îzmîrê. Di parvekirinên civakî de 'Qedexeya derketina kolanan, wekî ku li vir hatî jiyan kirin' min xwend. Ez bawerim esnafek nivîsîbû. Li wir şerek gerim û giran tê jîn, lê bandorek sivik li vir pêk tê. Ji ber atmosfera şer gelek mûşteriyên min nayên. Pêvajoyên aştî û şer jî bandorê li dan û standin dike. Mînak êdî mirov bazingê destan nastînin, ji bo çalakiyan şal dixwazin. Berî 1'ê Gulanê aksesuwar zêdetir dihatin firotin."

'Pêdiviyê me tenê bi aştiyê heye'

Ozlem a ku li Îzmîrê wek jinek esnaf têkoşîna jiyanê dide diyar kir ku ew dervî aştiyê berê xwe rûyê xwe nedaye tiştek din û wiha got: "Zerarê aştiyê ji tu kesî re nîne û kes tiştek wenda nake. Eger aştî pêk were her tişt dê sererast bibe. Wê nêrîn, hêvî û aboriya mirovan jî sererast bibe. Aştî wê bandorek mezin li ser jiyanê bike. Dema jiyan hat heskirin, wê çand jî ji nûde bê pêşxistin. Pêdiviyê me tenê bi aştiyê heye."

(rc)