Sara Kaya: Em ê heya dawî bi gelê xwe re bin

10:24

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya yê ku bi hinceta îlankirina xwerêvebirinê demek hat girtin û hîna doza wê didome got, "Di hilbijartina 2011'an de, dema em çûn pêşbirê gel me soza 'em ê xwe û bajarê xwe rêvebibin' da. Gel bi vê baweriyê dengê xwe da me. Wek hevşaredar em ê li gel gelê xwe bin, ji ber em bi vîna gel hatin hilbijartin."

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya derbarê îlankirina qedexe û êrîşê dewletê de nirxandin kir û wiha got, "Li Nisêbînê tu car qedexe ne hat rakirin. Dema ku radibe jî dorpêça li ser navçeyê didome. Esnafan bertek nîşan didin û bi heyvan dikanên xwe venakin. Nifûsê Nisêbînê ji gelên ku sala 1990'an de koçber bûne pêk tê. Ji ber vê seknek bi polîtîk nîşan dide û axên xwe terk nakin. Dewlet jî dixwaze qadê jiyanê lê tang bike û wiha vîna gel bişkîne."

'Em ê heya dawî bi gelê xwe re bin'

Sara a ku ji roja despêk haya dawî ji gel veneqetiya ye wiha domand: "Di hilbijartina 2011'an de, dema em çûn pêşbirê gel me soza 'em ê xwe û bajarê xwe rêvebibin' da. Gel bi vê baweriyê dengê xwe da me û ji sedî 80'î em hatin hilbijartin. Di tevahî rêznameyên me de biryarê gel wê xwe bi xwe rêvebibe hatî dayîn. Ji ber vê em hatin girtin û niha jî doz didome. Piştî ez ji girtîgehê derketim cardin qedexeya derketinê hatibû îlan kirin. Em ji gel gelê xwe neçûn, ji ber gel me bi vîna xwe hilbijartiye. Divê em bi gelê xwe re bin. Eger berdêlek hebe em ê tev bi hevre bidin. Kesên jiyana xwe ji dest dane piraniya wan nasdikim, heval û xizmên min bûn. Hîna wêneyên min û Emîre Gok ya ku hatî qetilkirin berî mehek me bi hevre kêşaye heye. Ez û hevserokê min, em li ser vî axî ji dayîkbûn. Ji ber vê jî em ê axê xwe tu car terk nekin."

'Qadên jiyanê tang dikin'

Sara destnîşan kir ku bi êrîşên ser depoyên avê, trafo û dendûra nan dixwazin gelê ku axê xwe terk nake bi birçîbûnê 'terbiye bikin' û wiha pêde çû: "Gel bi îsrare û dev ji axên xwe bernade. Qedexe rabû jî gel kêfxweş nebû ji ber dizane ku wê cardin qedexe bê îlan kirin. Gel nasname, ziman û çanda xwe dixwaze. Nifûsa ku ji 120 hezar kes pêk tê daxwaza ziman û xwerêveberinê dike. Zarokê biçûk jî êdî di ferqa her tiştê de ye. Gel di warê polîtîkayê de jî xwe pêşxistiye ji ber vê bi birçîbûnê û tunebûnê wê neyê terbiye kirin."

'Em jinên CHP, AKP û MHP'ê dawetê vir dikin'

Sara da zanîn ku li Nisêbînê êrîş li ser bedena jin pêk tê û wiha berdewam kir, "Êrîş li hember jinan pêk tê. Bi qûtkirina pêdiviyên jiyanê dixwazin jinan maxdûr bikin. Ez bang li jinên AKP, MHP û CHP'ê dikim. Eger dibêjin em têkoşînvanên jinanin û zagonên jin derdixin ez wan dawetê vir dikim. Bila werin û têkoşîna jinan yê rast û mafdar di cih de bibînin. Bila qîrîna zarokê Emîre Gok yê ku li taxa Girnavas hatî qetil kirin bibhîsin. Eger qedexe rabû û hîna ev gel taxên xwe terk nekiribin tê wateya ku têkoşîna gel bi mafe. Bila li ser vê mafê bisekinin."

(rc)