Kedkarên tenduristiyê ji bo Surê di çalakiyan denin
15:23
JINHA
AMED - Ji bo şermezarkirina êrîşên 25 rojin ser Surê berdewam dikin kedkarên tenduristiyê çalakiya runiştinê û meş pêkanîn.
Sendikaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê ji bo şermezarkirina dorpêça ser Surê çalakiya runiştinê dan despêkirin. Di çalakiya runiştinê de pankartên li hemberî mirinê jiyan û li hemberî reş sipî vekirin. Piştî saetek çalakiya runiştinê dema ku dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin. Li gel mudaxeleyê jî heya Meydana Deriyê Çiyê meşiyan. Di meşê de diruşmên weke "Mafê tenduristiyê nayê asteng kirin" bilind kirin.
Dê sibê tenduristvan li ber Şaredariya Bajarê Mezin bên bahev û bernama xwe ya çalakiyan lidarbixin.
(zt)