'Berxwedana Spî' ya kedkarên tenduristiyê di roja 11'an dene
15:50
JINHA
AMED - Çalakiya kedkarên tenduristiyê ya bi diruşma "Li dijî mirinê jiyan, li dijî reş spî" dane destpêkirin di roja 11'emîn de ye.
Çalakiya kedkarên tenduristiya ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ji bo xespkirina mafên jiyanê ya li cihên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qedexekirin şermezar bikin û bi daxwaza bikevin 6 taxên ku li navçeya Sûrê yên hatine qedexekirin bi dirûşma "Li dijî mirinê jiyan, li dijî reş spî" dane destpêkirin di roja 11'emîn de ye.
Li gel hewaya sar jî her roj heya şevê çalakiya kedkarên tenduristiyê ya 'Berxwedana Spî' berdewam dike.
(zt)