Dagirkeriya kedê ji şefaqê heya şev bi 26 lîreyan

10:34

Pîroz Zırıg/JINHA

DÎLOK - Emîne û Melîha ên ku xûşka hevin û li Dîlokê dijîn, bi salane bê sîgorta ji şefaqê heya şev tenê bi 26 lîreyan sîr diçînin. Melîha û Emîne berî ku rojavabibe dikevin rê û her demsalek li bajarek din di nava zeviyan de jiyana xwe diborînin.

Dema ku mirov ji Rihayê bi rêdikeve, li ser rêya Dîlok, Mereş, Hatay û Edenê rastî jinên ku di nava zeviyan de ji şefaqê heya îvarê kar dikin tê. Karê ku 15-20 kes pêk bînin tenê 4 karker dikin. Ji bo 20 lîreyan rêwîtiya kar despêdike. Karker bi hilbûna rojê re bi rêdikevin û bi avabûna rojê re vedigerin. Jinên ku rojê 12'e saetên xwe bi berhevkirina sebzeyan û çandinê re mijûl dikin sibê ji mal dertên û bi şev vedigerin malê. Di bin barê giran de em Emîne û Melîha Akan ên ku xûşkê hevin dibînin.

12 saetan dixebitin

Emîne (36) û Melîha (38) diyar kirin ku li navçeyê Pîrsûsê ya Rihayê ji ber nebûna avê zarokên wan dev ji çandinê berdane û tevî malbatê dest bi koçberiyê dikin. Emîne û Melîha di temenê xwe yê ciwantiyê de heya niha bi karkeriya demsalî ve çûye. Emîne û Melîha yên ku zivistanê diçin navçeyê Narli yê Mereşê ji sibê saet 05.00'an de radibin û dikevin rê. Herdu xûşkên hev heya saet 17.00'an êvarê bi 26 lîreyan sîr berhev dikin. Emîne û Melîha xwarina xwe ji malê bi xwere dibin. Melîhayê ku zivistanê sîr berhevdike wiha dibêje, "Ez nizanim bixwînim û binvîsim. Dema em hatin vir em gelek biçûkbûn. Dema em hatin vir bavê min digot 'keç naçin dibistan naxwînin'. 10 salin ez karê zeviyan dikim. Malbat destûrê nade me em di kargehan de bixebitin. Di nava şert û mercên giran de 10 sal em dixebitin. Her salê du lîra zêde dikin heya niha tenê kirine 26 lîre."

Wesayîta ku divê 15 kes siwar be 30 kes siwar dibe

Melîha anî ziman ku dema ku dikevin rê wesayîtên ku divê 15 kes hilgire 30 kes digre û wiha pêde çû, "Ne tenê em sîr berhevdikin, li gorî demsalan diçin zeytûn û sêv jî berhevdikin. Ji ber wesayîtê de cih nîne rêya bi saetan em ser piyan dimînin. Dema em nêzî trafîqê dibin, perde tên kişandin, li trafîqê dizanin em karkerin me zû berdidin."

Melîha bilêvkir ku ew dema çûne bajarên rojavayê tirkiyê fêkî bi 60 lîreyan dixebitîn û wiha domand, "Heman saet em dixebitin lê pereyê wê baştir bû. Wir 60 lîre didina me li vir ne nîvê wê ye jî. Li gel kêm pere xwarin û taştê jî em bi xwe pêşwazî dikin. Pereyê ku em distînin diçe xwarina me. Rojê 12-13 saetan em dixebitin."

Emîne Akan jî diyar kir ku divê di navbera karkeran de piştvanî hebe û bang li kedkaran kir ku xwedî li mafê xwe derkevin.

(rc)