Di sendîkayan de jî be mêr her dem mêrin!

09:53

JINHA

İZMİR - Jina ku di xebatên sendîkayê de rastî tacîz û şidetê hatî û xwestiyî navê wê veşartî bimîne diyar kir ku ew dema bêsuc ji aliyê mêrên rêveber ve ketiye rewşa sucdar de.

Jinên Sendikayên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) li ber şaxa Îzmîrê ji bo deşifrekirina bûyerên tacîzê yên nava sendîkayan de tên jiyandin civîna çapemeniyê lidarxistin. Piştî bûyerê me xwe gihand jinek a nava sendîkayan de dixebite û xwestiye navê wê veşartî bimîne di nava xebatên sendîkayan de bûyerên tacîzê yên tên jiyandin vegot.

'Dema ku yekîdinê xwest berendam bibe min xwe paşde da'

Jina xebatkara sendîkayê wiha axivî: "Dema ku min telefona xwe ya kesanî ji bo sendîkayê xebitand êdî min nedikarî bi malbata xwe re bi rehetî bipeyîvim. Ji bo wê min telefonek buhayê wê kêm ji bo xwe girt, ji bo li gel malbatê bipeyîvim. Lê fatoreyên her du telefonan jî ez didim. Dema doza KCK'ê despêkirî sekreterê me yê giştî û yê jinan her du jî girtin hendir. Wê demê dest bi lêkolîna sendîkayan hat kirin û divê ji nû de rêveberî bihatana hilbijartin. Di wê hilbijartinê de ez di sekreteriyê de mam."

'Ji bo jiyana xwe ya tayîbet ez rastî bêmafiyan hatim'

Jina xebatkara sendîkayan bilêv kir ku ji gelek deverên xebatê jin ji serokê şaxa wan ê nû bi gilîne û wiha domand: "Yek ji giliyên jinan jî sîteyek a hevaltiyê ya serokê şaxê ya nû ye. Ez jî têkildarî jiyana tayîbet a wî nabim. Lê min bertekên weke 'Di saetên xebatê de dema bi van re mijulbûnê ye' girtiye. Min bi rêya hinekdin ew şiyarkir, di mijara nerihet hêlana jinan di lîsta hevaltiyê de jî. Ji min navê jinên nerihet dibin xwest, min lîsteyek navan dayê. Paşê di civîna rêveberiyê de ji bo min xeber da. Min jî civîn terikand û ez derketim. Ew telefona ji bo min girtîn jî min paşde da wan, peyamên min yên girêdayî jiyana min a tayîbet nîşanî mirovên nava sendîkayê da. Heta peyamên min ên li gel hevalê minê mêr jî nîşan da û got; 'Li jiyana wê ya eşqê binêrin.' Dema ku me jinan xwest em di derbarê rewşa dijîn de ji bo rêveberiya xwe ya giştî faks bişînin, ji aliyê mêrên rêveberiya xwe ve rastî gotinên tehdîdwarî hatin. Min xwest rewşa em dijîn bidim dadgehê lê ji ber kes şahidiya min nake ji bo wê nikarim bidim."

(zt)