Li gundê Derê Avê jin reng didin jiyanê
09:14
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li gundê Derê Avê yê Colemêrgê weke hemû amadekariyên jiyanê goreyên zivistanê jî bi keda destê jinan tên amadekirin.
Li gundê Derê Avê yê Colemêrgê çavkaniya jiyanê jinin. Hemû karê malê ji çêkirina kincan heya amadekariyên zivistanê hemû bi destê jinan tên amadekirin. Yek ji wan jî goreyên zivistanê ne, jin goreyên zivistanê yên li gorî sermaya hewayê Zagrosan bi destên xwe amade dikin. Ji jinên nava gund jina bi navê Behîce Dayan (50) jî hem ji bo zarokên xwe goreyan çêdike û hem jî ji bo debara malbatê goreyan çêdike û difiroşe.
Behîce da zanin ku gore çêkirin piranî çanda kurdan de heye gava ku demsala zivistanê tê jin ji bo her endamê malbatê goreyan çêdikin û wiha axivî; "Ez her tim dibêjim yên ku çanda kurdan didin jiyan kirin jinin, ango di her qadên jiyanê de jin debara malbatê dikin. Em jin ne bi tene gundan kevneşopiyan didin jiyan kirin. Ez her cureyên goran dizanim çêdikim em bi gelemperi bi rengê kesk, sor û zer çêdikin. Karek zehmete lê pir keyfxweşiyê dide mirov, ango mirov stratejiya jiyanê bi çêkirina goran çareser dike. Em patikan û gorên rîsî pirani çêdikin. Em ne tenê ji bo malbata xwe goreyan çêdikin, carnan jî ji bo debara jiyana malbata xwe çêdikin û difiroşin jî."
(zt)