Jinên kedkar ên Kadîfekalê

09:11

Ozgu Ozutok/ JINHA

ÎZMÎR - Jinên ku li Kadîfekalê dijîn hin ji wan li herêmê nanê tenûrê çêdikin hin ji wan jî di nava kelê de dezgeha xwe vedikin û debara xwe dikin. Piranî jinên ku ji Mêrdînê koçî Kadîfekalê bûne çanda çêkirina nanê tendûrê li wir didin domandin. Yek ji jinên ku bi çêkirina nanê tendûrê debara xwe dike Felek Gûlmez e. Felek 10 salin li Kadîfekalê dijî nanê tendûrê difroşe û pêdiviyên jiyana xwe wiha pêşwazî dike.

Felek Gûlmez ji navçeya Mîdyata Mêrdînê koçî Kadîfekalê dike û xwedî 4 zaroka ye. Felek ji ber hevjînê wê 15 salin nexweşe nikare bixebite, berpirsyariyê mal tev hildaye ser milê xwe. Felek bi çêkirina nanê tendûrê debarê malê dike. Hevîrê nan li mala xwe çêdike û dûvre dibe cihê tendûrê û nanê xwe dipêje. Felek da zanîn ku ew rojê çar caran hevîr çêdike û wiha got, "Carnan dibim taxê difroşim, carnan jî mûşterî tên ji malê distînin. Gelek kesên ku dizanin nanê tendûrê heyî tên û distînin. Li vir 6-7 tendûr hene. Hinek jin tenê ji bo mal nan çêdikin. Hinek ji wan jî wek min ji bo debara xwe çêdikin. Ez ji sibê saet 09.00'an de têm vir û heya saet 3-4 nan çêdikim."

Felek anî ziman ku ew li Mêrdînê bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibû, lê niha pêşwazîkirina kiryê xaniyê ku lê dijî de zehmetî dikêşe. Felek bilêvkir ku rakirina teşta hevîrê ji malê heya ba tendûrê jî zehmetî dide wê got ku, ew neçare wiha debara xwe pêk bîne.

'Hem çente û merş çêdikin hem jî tezgeh vekirine'

Li aliyê din jinên ku li Kadîfekale dijîn bi vekirina tezgehê debara xwe dikin. Jinên ku merş û çente çêkirine datînin ser tezgehên xwe û difroşin. Yek ji van jinan jî Nûrcana 33'ê saliye.

Nûrcan a ku çar xûşk û birayê wê heyî li KadîfeKalê ji dayîk bûye û mezin dibe. Nûrcana ku ne zewciye û ji halê xwe razî, dibêje ew ji Kadîfekalê gelek hezdike. Nûrcan diyar kir ku di mehên zivistanê de karê wan sivik dibe û wiha domkir, "Li vir 8-9 kes tezgeha xwe vedike. Ên ku tezgeh vedikin jî tev jinin. Di mehê zivistanê de karê me sivik dibe. Havînê baştir dibe, lê ji ber hinek turîstan her dibin cihên din nahêlin ji gel me tişt bistînin."

Hin tezgehên ku di nava kelê de hatine vekirin ji ber demsala zivistanê hatine girtin. Jin bi çêkirin merşan û vekirina tezgehan hilberîn çawan tên kirin nîşanî mûşteriyan jî dikin.

(rc)