Bêrî û şivanên Derê Avê jinin
09:06
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li gundê Derê Avê jin ne tenê bêrîvanin di heman demê de şivanin jî. Ji şivanên bizinên gund Meryem Erçag got: "Em di aliyê aborî de jî nîşan didin ku aborîya malbatan jî giredayî karmendiya jina ne. Ji ber wê jî em serê sibê seat 5:00'an radibin despêkê karê xwe yê malê dikin, paşê jî bizinên xwe berdidin û şivaniyê dikin."
Hemû kar û xebatên gundê Derê Avê ser milê jinane. Jin jinan, xweza û sewalan digihînin hev. Ji çandiniyê, heya xwedîkirina sewalan, ji keda malê heya der û dorê hemû bi destê jinê wate dibe. Jin bi roniya serê sibê re radibin, heya tariya şevê dadikeve li nava kar denin. Li heman gundî şivan jî jinin bêrî jî jinin. Jinên şivanên bizinan serê sibê zu radibin bizinên xwe berdidin heya êvarî li çolê şivaniyê dikin. Jin bizinên xwe baş xwedî dikin, demê zayîna wan nêz bûye. Piranî meha sibatê demê zayîna bizinane. Di dema zayînê de jî şivanên jin baş li karikên wan dinêrin heya mezin dibin. Zivistanan dema bizin nû dizên ji şîrê wan firo çêdikin, weke dinê jî dikelînin û serê sibê germ bi xwarinê ve dixwin. Bihar tê dema bêrîvaniyê jî nêz dibe. Bi bêrîvaniyê re berhem ji bizinan tên girtin. Ji şîrê wan heya muyê ser pişta wan her yek ji bo pêdiviyekê di xebitînin.
Ji şîrê bizinan penîr, Mast, spil, teremast, dewîn keşk û runîvişk çêdikin. Ji muyê wan konê reş yê li zozanan ji bo koçeriyê demsala havînê tên vedan çêdikin. Wekedinê gelek sudên ji bizinan bidest dixin hene. Ev tiştên ji şîr tên çêkirin carnan dema ku ji malbatê zêde be difiroşin. Lê piranî caran jî li cîranên xwe yên sewalên wan neyî belav dikin. Jiyana komunê ya li gundan tên jiyan kirin bi dan û sitandina berhemên ji bax, bîstan û sewalan tên bidestxisktin tê çêkirin. Yên fêkiyên wan hebin ji bo cîranan dibin, yên şîr, mast û penîrên wan hebe ji bo cîranan dibin. Bi vî awayî her tiştên wan hemûyan çêdibe. Hinek çandiniyê dikin hinek jî sewalvaniyê hemû bi hev re par dikin û bi he ve dixwin.
Şivana bi navê Meryem Erçag (55) her roj serê sibê zû radibe berê xwe dide govên bizinan, hemû bizinên gund berhev dike û dibe çêriwê. Meryem diyar kir ku ger bizin nebin ew nikarin debariya mala xwe bikin û wiha axivî; "Em bi tena serê xwe malbatekê rêve dibin. Em di aliyê aborî de jî nîşan didin ku aborîya malbatan jî giredayî karmendiya jina ne. Ji ber wê jî em serê sibê seat 5:00'an radibin despêkê karê xwe yê malê dikin, paşê jî bizinên xwe berdidin û şivaniyê dikin. Ji bo zarokên me xwedî tenduristiyek baş bin em serê sibê şîrê bizinan bi germî didin wan. Hişmendiya mêr li hemberî keda em jinan rêzê nagire, lê em ji bo keda xwe hewl didin ya herî bikin. Ya giring ji ewe ku mirov xwedî li keda xwe derkeve."
Meryem got ku ew demsala biharê heya zivistanê bêrîvanîyê dikin li hemberî şert û mercên jiyanê aliyê aborî de jî debara mala xwe dikin û wiha got: "Em bi hêzek komunal ve piştgiriyê didin hev. Em debara jiyana xwe bi nimetên xwezayê rêve dibin. Em bi bêrîvaniyê keyfxweşin. Jin heya hestên ajalan jî fêm dikin û berpirsyariya xwe a pîroz di her alîyê jiyanê de dide nîşan didin."
(zt)