Şûkran di atolya xwe yê biçûk de ji cîhanê re dixebite

09:33

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Şûkran Gûlsu, bi hunera destan yê ku ji zaroktiya xwe hînbûye, ji atolya xwe yê biçûk xwe dighîne her devera cîhanê.

Ji ber pergala desthilatdariyê tevlîbûna jinan ji avakirina berheman re tê asteng kirin. Dema ku li ser van axan jin bi derfetên biçûk afrîneriyê bike balê her kesê dikêşe. Şûkran Gûlsu (24) bi avakirina hunera xemlînê û atolya xwe yê biçûk, gelek kevneşopî hildiweşîne. Şûkrana ku di temenê xwe yê zaroktiyê de ji dayîka xwe hînê hunerê xemlînê bûye, bi afrîneriyek nû reng dide cilê zarokan. Şûkrana ku di serî de li mal dixebitî her ku çû atolye vekir, bi berhemên xwe, xwe dighîne cîhanê.

Şûkran wiha got, "Jiyanek dorpêçkirî û her dem mûhtaç dîtin ji bo jinan hatî pejrandin. Divê em vê pergalê nepejrînin û em cîhana xwe bi xwe avabikin. Dema ez zarok ji dayîka xwe hînê vî karî bûm. Piştî ku zewicîm bê kar mam, min nedixwast destê hevjînê xwe binêrim. Min li ser înternetê dît ev kar tê kirin û dûvre min biryarê çêkirinê da. Odeyek yê malê min veguherand atolyayê. Bi dexwazek mezin min dest bi çêkirina cilê zarokan kir. Min ser înternetê dest bi firotinê kir, min dît eleqeyek mezin tê nîşandan. Ez pêdiviyên xwe digrim û bi kedek mezin heya şev dixebitim. Ji ber eleqeya derdor kêfxweşiyek mezin bi min re çêdibe."

Şûkran da zanîn ku ji her deverê cîhanê jê berhem dixwazin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Karê ku ez dikim rastî eleqeyek mezin tê, bi taybet cilê zarokan. Ez bi çêkirina cilê zarokan re sînordar namînim, her wiha cilê jin, yê bûkanî, gulê destê bûkan û cureyên cûda yê desmal û mase jî çêdikim. Heqê destê xwe jî li gorî amûrên ku min bikar aniye distînim."

Şûkran di dawiyê de wiha got, "Hunerê her kes cûda ye, afrîneriya berheman mirovan kêfxweş û azad dike."

(rc)