Kedkara çapêniya azad Ayşe nûçeyên rast dighîne malên gel
10:17
Ozgu Ozutok/JINHA
AYDIN - Li bajaroka Ortaka Germencîkê xabatkara çapêniya azad Ayşe Ozer nûçeyên çapenîyê yên rast di gîhîne malên gel. Aşye got; "Gava ez serê xwe di deynim ser balgî ez bi fikira ji bo gel tiştek dikim rehet dirazim."
Di salên 90'an de xabatkarên çapênîyê rastî şidetê dihatin û gelek caran dihatin astenkirin. Xabatkar hatin girtin, binçavkirin û qatilkirin. Xabarkar bi tîrejên rojan re li hember şartên zahmet rojname digihandin gel. Zahmetiya kar berde her roj xabatkar rastî êrîşên polîsan dihatin lê dîsan jî nûçeyên rast digihandin gel. Ayşe Ozer li bajaroka Ortak a navçeya Germencîka Aydinê jiyan dike, her sibeh rojnameyan di wextê wan de belav dike. Li herema Ortakliye gelekî Kurd dijîn. Ayşe rojê 200 rojnameyan belav dike. Ayşe li hember şertê jiyana zor jî ruken bi henekên xwe germahiyêk dide gel.
'Ti car jimin re zehmet nehatiye'
Ayşe hatina xwe ya Aydinê û belavkirina rojnemê wiha anî ziman; "Em mecbur man ji gundê xwe penaber bibin me hertiştê xwe hişt û em hatin vir. Ev 14 salin em li Aydinê ne. Hêj di zaroktiya xwe de min parastina vê dozê dikir. Ji ber ku ez Kurdim, ez karê belavkirina rojnamê dikim ev keyfxweşiyêk birumet dide min. Em nûçeyên rast ên çapeniya azad digîhînin gel. Ti car ji min re zehmet naye wijdane min rehete. Li Tirkiyê gelek belavkar hatin qatilkirin. Gava polîs ji min di pirsin ti çi karî dikê ez be tirs dibêjim xabatkara çapêniya azadim. Gava polîs jî rojnama bixweze ez didim wan jî. Em ne dijminê hevin yê ku dijmin be jî azê rojnemê bidim wan jî. Li vir danûsitandina herkesê başe."
(dt/zt)