Li hember pergalê alternatîfa xwe yê aborî avadike

11:25

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Gûzel Gezîcî salên dirêje têkoşîna kedê dide û maaşê dewletê yê malnişînê napejrîne. Gûzel yek ji milyonan jinên ku têkoşîna jiyanê dide û aboriya xwe avadike ye. Gûzel got, "Divê jin pergala serdest yê ku koletiyê ferz dike red bike û riya têkoşînê bişopîne."

Di çerça kapîtalîzmê de jin têkoşîna jiyanê didin. Gûzel Gezîcî 25 salan di şîrketek de xebitiye dûvre malnişîn bûye. Gûzel diyar kir ku di şert û mercên tirkiyê de bi maaşê malnişînê ve ti kes nikare bijî û diyar kir ku ew di 51 saliyê xwede li hember pergalê serê xwe ne tewandiye û got ku ew alternatîfên nû avakiriye. Gûzel da zanîn ku piştî xebatên cûda ew beramberî kedê xwe negirtiye tevî hevalek xwe dikanê nanê sêlê vekiriye. Gûzel her wiha anî ziman ku divê şaredarî derfetên alternatîf yê xebatê ji bo jinan avabikin.

'Di civakê de wek jin rastî zor û zehmetiyên jiyanê hatim'

Gûzel yê ku li Taxa Meydan yê navçeyê Seyhana Edenê dijî diyar kir ku ew di nava xebatên giran de beramberî kedê xwe nedigirt û wiha got, "Di civakê de wek jin rastî zor û zehmetiyên jiyanê hatim. Min gelek têkoşîn kir, ligel zor û zehmetiyan ez li berxwedidim." Gûzel destnîşan kir ku ew nikare pêdiviyê jiyanê pêşwazî bike û wiha pêde çû, "Em dixwazin şaredarî ji bo jinan qadê xebatê avabike. Jin dixwazin bixebitin lê ji ber cih nîne nikarin bixebitin. Eger cihên bi ewle bên avakirin dê jin tev dest bi xebatê bikin. Divê şaredarî yê ku di dema hilbijartinê de soz daye gel sozê xwe pêk bîne. Ên ku digotin 'Em ê ligel jinan bin' niha ji bo xebatê derfet ava nakin."

'Em ê destûr nedin kes jiyana me bi rêve bibin'

Gûzel got, "Li vî welatî jin rastî gelek zehmetî û astangiyan tên. Ligel zehmetiyên mezin jin dikare di her qadê de serkeftinê bi dest bixe. Divê jin xwe ji koletiya pergalê serdest rizgar bike. Di jiyana xwede min gelek xebat da meşandin û têkoşiyam. Niha xwedî vînek xurtim. Bêy ku xwe mûhtacê kesek bikim min zarokên xwe mezin kir, ji ber vê jî gelek kêfxweşim. Em ê destûr nedin kes jiyana me bi rêve bibin. Her roj bi heskirinek mezin têm û dikanê vedikim ji bo xebatê. Tevî alîkariya hevala xwe me dikanê nanê sêlê vekir. Dema ku gel li hember xwe jin dibînin di nava kar de hem matmayî dibin hem jî kêfxweşdibin."

(rc)