Divê jin bi reng û nêrîna xwe tevlî hilberînê bibe
09:17
Filîz Zeyrek/JINHA
MERSÎN - Yek ji bajarên ku kedê jin nayên dîtin Mersînê ye. Jinan li Mêrsînê bi pênûsrejî, boyaxa neftî bi rengê jin û rihê xwe tevî hilberînê dibin.
Jinên ku li Mêrsînê dijîn ji bo kedê wan bê dîtin, bi pênûsrejî û boyaxa neftî rih didin hilberînên xwe. Jinên ku di qursên perwerdêya gel a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin wêne xêz dikin, bi reng û nêrînê xwe balê her kes dikêşin ser xebatê xwe. Ustum Erman Açer yê ku bi pênûsrejî û boyaxa neftî her dem wêne xêzdike û wiha debara xwe dike got, "Wek jin divê hetmen em bixebitin û hêzê xwe yê afrîneriyê danin holê."
'Divê jin bi reng û nêrîna xwe tevlî hilberînê bibin'
Ustun diyar kir ku dema jin bi rihê xwe tevlî afrîneriyê bibe û wêne xêzbike, kedê jin ên ku hatine perçekirin di her tabloyek de dikare zindî bike û wiha domkir, "Divê jin bi reng û nêrîna xwe tevlî hilberînê bibin." Ustum da zanîn ku dayîka du zarokane û malnişîne û got ew salek zêdetire bi pênûsrejî û boyaxa neftî wêne xêzdike û wiha pêde çû, "Di serî de wek pêmijûlî min dest bi xêzkirinê kir, dûvre min ferq kir ku ez li navenda jiyanek din xwe dibînim. Ligel ku salek min dest bi xêzkirinê kiriye jî min gelek gavên mezin bidest xistine."
'Dema ku bi pênûsrejî dixebitim ji tevahî pirsgirêkan dur dikevim'
Ustun anî ziman ku ew ji ber ew ji pirsgirêkan tengav bibû biryar daye tevlî qursê bibe. Ustun bilêvkir ku piştî tevlî atolyayê dibe ew xwe ji pirsgirêkan dur hîskiriye û wiha berdewam kir, "Di dema xêzkirina wêneyan de eger em enerjiya xwe tev bidin ser pelê em ê rih bidin wêneyê xwe. Mirov ronahiyek hîsdike. Bi heskirin û hizrandinek eger çêbibe xebatek xweş dertê holê."
(rc)