Jin li hemberî jiyana modern kevneşopiyên xwe didin jiyandin

10:49

JINHA

WAN - Şaredariya navçeya Artemêta Wanê li gundê çîçekliyê ji bo îstîhdama jinê tevdigerê û ji bo jinê atolya xalîçeyan vekir. Jinên ku dest bi atolyaya xalîçeyan kirin gotin ,"Di berê de van xalîçeyan çêdikirin û ev kevneşopî bi jiyana modern re hate windakirin. Lê bi niha bi saya şaredariyan ev mîrate û kevneşopî cardin bi destê jinên ciwan giyan digire û derdikeve pêşberî mirovan."

Her ku diçê li hemû navend û navçeyên Wanê ji aliyê Şaredariyan ve ji bo îstîhdama jinê ked nav liv û tevgerê. Bi salane ku jinên heremê ji ber hişmendiya baviksalariyê nikarin bi xebitin û destûr nayê dayîn ku jin aboriya xwe bidin ava kirin. Jinên Wanê yên ku herî zêde pirsgirêka aboriyê dikişînin ji bo çareserkirinê jî diçin atolyeya xalîçeya. Şaredariya navçeya Artemêta Wanê jî ji bo îstîhdama jinê atolyeya xalîçeya vekir û 15 jin bi hunera destan ve aboriya xwe ava dikin. Bi mehan e ku ji bo avakirina atolyayê xebat tên kirin û herî dawî rojên berê hate vekirin. Her wiha jî li bendê ye ku di rojên pêş de ji bo îstihdama jinê qadên cudatir bên vekirin û hêviya jinê zêde bibe. Mamosteya atolyayê ya xalîçekan Vasfiye Atîş diyar kir ku ligel îstihdama jinê mîrateya dayîk û pîrên xwe bi destê jinên ciwan bidin jiyandin û cardin rih bidinê.

Vasfiye anî ziman ku ev 15 sale bi keyfxwşiyek mezin bi karê xalîçekan ve mijûl dibe wiha axivî : "Di berê de ji bo îstîhdama jinê ketin nav liv û tevgerê. Lê me nizanî ku em ji bo jinê çi vekin. Me ji jinê pirsî û li ser daxwaza jinê atolyeya xalîçeyan vekir. Em di vê atolyayê de 16 kesin û ez van nexşên kevneşopî nişanî jinên ciwan didim, ev atolyeyên xalîçeyan nêzikê 5 mahan de amade dibe û paşê jî cihên cudatir tê avakirin." Vasfiyê got ku dema ku ew avahiyê xwe amade kir wê dema jî ew çûn malan da ku jin bên keda destê xwe derbêxin holê û got, "Me daxwaza atolyeyê kir, bi rastî pêşî de gelek zilam astengî derxist, lê paşê jî ferbûn û niha jinên ku tên qursa xalîçekan û keda destê xwe nîşanî hemû kesan dike."

‘Karê ku em jin dikin karekê gelek pîroze’

Vasfiyê bilêv kir ku karê jin bi destên xwe dikin karek gelek pîroz e û keda destê jinê her tim dê bê jiyandin û wiha pê de çû: "Xalîçeyên ku em çêdikin çand û hûnera civaka me ye. Dema ku em jin xalîçeyên xwe çêdikin wê demê çi dibin hişê me de hebe ew dibe neqîş û hemû jin hestên xwe bi nexşan derdixin holê. Gelek caran ew xalîçe ji bo me dibe ku hevelek gelek baş. Ez bang li hemû jinan dikim, ku bila hemû jin bi hûner destê xwe xwe bidin jiyandin û her tişt bi destê jinê delaltir dibe."

‘Em gelek keyfxweşin’

Ceylan Beyazelma (21) atolyeya xalîçekan gelek keyfxweş e ji ber ku bi destê xwe aboriya xwe bi dest dixe û ev ji kefyxweşiyek dide û wiha domkir, "Dema ku em bihist ku şaredariyê atolyek wiha daya avakirin em hemû jinên taxê gelek bi keyfxweşbûn û demîldest serî li atolyayê da. Niha jî rojên me li vir gelek xweş derbas dibin û em livir kevneşopîyên cuda yên kurd didin jiyandin."


‘Kevneşopiya çanda kurd dê jin bidin jiyandin'

Damla Kircişoglu (19) jî hestên xwe bivan hevokan anî ziman: "Di serî de baweriya min tune bû ku ez ê neqşên xalîçeyan çêkim. Lê niha ez tenê dikarim xalîçeyek çêbikim û ez wê demê fêr bûm ku mirov ji çi hezbike dikare serbixe. Ev xalîçekên ku em çêdikin ji bo herêma Serhedê xwedî giringiyek e. Di berê de van xalîçeyan çêdikirin û ev kevneşopî bi jiyana modern re hate windakirin. Lê niha bi saya şaredariyan ev mîrate û kevneşopî cardin bi destê jinên ciwan giyan digire û derdikeve pêşberî mirovan.

(hk-db/ho/rc)