Keda destê jinê di EKO- JIN dene

15:20

JINHA

AMED - Kargeha Kooperatîfa Keda destê jine EKO- JIN bi cilê jinan û tiştê bi destê jinan hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin.

Koopertîfa Keda destê jinê EKO- JIN li Amedê bi firotina cilên jinan, tiştên ku bi destan hatine çêkirin kargiha kedê xistin faliyetê. Hevşareda Peyasê Fatma Arşîmet û gelek jin tevlî vekirina kargiha EKO- JIN bûn. Hevşerêdara Peyasê Fatma Arşîmet di derbarê kargiha EKO-JIN de wiha got: "Ev kargih wê li hemî bajaran belav be. Di dîrokê de hertim jinan têkoşîn kiriye. Ji loma vekirina vê kargiha EKO- JIN gelek girînge. Armac ewe ku keda jinan a winda bê ditîn û jin bi xwe bawer be."

Fatma wiha berdewam kir: "Em jinên li Sur, Cizîr, Nisêbîn, Sîlwanê û hemû jinên siyasêtmedarên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin em wan bi rêzdarî bibîrtînin têkoşîna wan têkoşîna meye. EKO -JIN pêşî li Amedê vebû lê wê di demê pêşiya me de li Êlih û Wanê jî bê vekirin. Ev proja me wê li hemî bajaran belav bibe."

(dt/zt)