Dê jinên Sêrtê sewirê xwe di 5'ê Adarê de nîşan bidin

16:22

JINHA

SÊRT - Jinên Sêrtê wê di çalakiyê 8'ê Adarê de hunerên dest ên di qursan de çêkirine di 5'ê Adarê de bidin peşandan.

Navenda Piştavaniya Jinan Berfîn a giredayî Muduryeta Peywirên Jin û Malbatan a Şaredariya Sêrtê ji bo jin li qadên wek çand, aborî û civakê cîh bigirin perwerdeya pîşeyî didin. Ev qursa hunerê destê jina di serê sibatê de ji aliyê 10 perwerdevanan ve destpekiriye, wê bi munasebêta 8'ê Adarê roja şemîyê 5'ê Adarê li Cadeya Guresê bê pêşandan.

Berîvan Arslan xebatkara Navênda Piştêvaniya Jinan a Berfînê û mamosta sewira ristikan diyar kir ku di heyva sibatê de qurs vebûye û wiha berdewam kir: "Hîn jî 10 perwerdevan hene. Em li benda hemî jinan nin bila tevlî perwerdê bibin. Armanca me ewe ku em di kursan de hilberîn û afirandina jinan bidin xwuya kirin. Em hemî dabara ku ji firotina ristika tê didin jinên kursê. Di kursê de tiştên wek ristik û dirutinê wê li bazaran bên firotin. Wê didemek nêz de ji bo xebatên me Bazara Semt, Suka Jinan û cihên wek Kooperatîfa Tezgehê Çandê bên vekirin."

(dt/zt)